Lokman Polat
Di nav edebiyata cîhanê de gelek romanên siyasî hene. Di nav edebiyata rusî ya klasîk û ya nûjen de li ser dema desthilatdariya Çar û paşê jî ya Stalîn hinek romanên ku naveroka wan bi giranî siyasî ne, hatin weşandin.
Roman îcada ewropiyan e û di nav edebiyata ewropiyan de jî gelek romanên siyasî, bi taybetî jî yên li ser dema dîktatoriya faşîst ya Hîtler û Musolînî hene. Di edebiyata Rojhilata Navîn de, anku edebiyata ereban, farisan, tirkan û kurdan de romanên siyasî hindik in. Gelo çima? Rojhilata Navîn wekî doşeka siyasetê ye û li wir her tişt siyasî ye yan jî bi siyasetê ve girêdayî ye.
Rojhilata Navîn heta niha ji demokrasiyê bêpar maye û sazûmanên nedemokratîk hatine sazkirin û birêvebiriya dewletên Rojhilata Navîn ji alî dîktatoran ve hatiye birêvebirin. Dîktatorên wekî Şah Riza Pehlewî, Xumeynî, Kral Faysal, Emîr û Siltanên dewletên mîrî/emîrî yên ereban, Sedam Huseyîn û Hafiz Esad bi salan li ser hikum bûne û li xelkê zilm kirine. Di nav edebiyata gel û neteweyên Rojhilata Navîn de li ser van dîktatoran çend romanên siyasî hatine nivîsîn, ez nizanim. Lê belê bi qasê ku ez zanim hejmara romanên siyasî yên nivîskarên Rojhilata Navîn hindik in.
Di nav edebiyata kurdî ya nûjen de jî romanên siyasî hindik in. Her çiqas piraniya nivîskarên kurd –yên bakurê Kurdistanê- berê çep bûn jî, niha piraniya wan dev ji fikir û ramanên çepîtiyê berdane. Yên ku dev ji çepîtiyê berdane bi refleksa redbûnê li çepîtiyê – û li derbasbûna xwe - dinêrin û ew hetanî karin xwe ji siyasetê dûr dixin û qet naxwazin ku romanên siyasî binivîsin. Hinek nivîskarên kok-kurd bi tirkî romanên siyasî nivîsîne, lê berhemên wan ji edebiyata kurdî re nayê hesibandin.
Her çiqas hinek nivîskar xwe ji siyasetê dûr bixin jî, berhemên wan di hinek waran de bi rengên siyasî hatine xemilandin. Edebiyat û romana kurdî di hêlek de bi siyasetê ve têkildar e. Dema di romaneke de cînahek bê afirandin, di wê cîhanê de şêweya rêxistina civakî û têkiliyên sosyal, desthilatdariya li ser civakê, nakokiyên sosyal – civakî, li hêleke zilm û zordarî û li hêleke têkoşîn, serhildan û berxwedan hebe û ev hemû tişt di nav cîhana romanê de bi leheng, tîp, fîgur û karekterên taybetî bê rave kirin, bi riya edebiyatê – û romanê – şêweya sosyal civakî û siyasî ya wê cîhanê tê pêşkêşkirin û ev tişt ji bo fêrbûn û perwerdebûna civakê re dibe haceteke. Cihaneke wiha bê rengê siyasî nayê afirandin.
Li Tirkiyeyê romannivîserên kemalîst û yên Îslamî di romanên xwe de şêweya jiyana sosyal civakî ya kemalîstan û Îslamîstan li gor mentalîteya xwe datînin holê û propagandaya jiyana civakî li gor fikr û ramanên xwe di romanên xwe de pêşkêşê civakê dikin, li ser xwendevanan tesîr dikin û civakê dixin bin bandora ramanên xwe yên kemalîst û Îslamî.
Nivîskarên ku di zanîna tercihên xwe yên siyasî de ne, ji hêla estetîk û zanîstiya sosyal civakî û siyasî ve di afirandinên berhemên xwe de serketîne. Romannivîskar neheqî û nakokiyên civakî û siyasî bi afirandina şiklê alegorî, fantazî, îronî, xeyalî, realîstî, mîzahî, sembolî û hwd û bi şêweya edebî, siyasî tînin zimên.
polat.lokman@gmail.com