Diyarname
Televîzyona Gelî Kurdistan hevpeyvîneke taybet bi Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk re diweşîne ku Turk çûbû Başûr.
Hevpeyvîn dê şeva yekşemê (20.09.2009) saet 09.05'an de bê weşandin û dubareya wê roja sêşemê (22.09.2009) saet 02.05'an de bê weşandin.
Di hevpeyvîna ku Mihemed Xêr Dawûd bi Turk re kiriye de Ahmet Turk li ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd, projeya gavên demokratîk ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve tên avêtin, binçavkirina vê dawiyê yên endamên DTPê, Destûra Tirkiye û pêdiviya guhertina wê, bidawîhatina agirbesta PKK'ê, nexşeya rê ya Abdullah Ocalan û gelek mijarên din disekine.
Televîzyona Gelî Kurdistan li ser peykê dikare bê temaşekirin.