Husein Muhammed
Wergerandina ji wergeran
Di nivîsa birêz Zana Farqînî û ya hêja Fêrgîn Melîk Aykoç de rexneyên dijwar li wergerandina ji wergeran anku wergerandina ji zimanê duyem yan sêyem dike.
Wergerandina ji wergeran yan wergerandina ji zimanê duyem tê wê wateyê ko pêşî (1) berhemek bi zimanekî hatiye nivîsîn, paşî (2) ji wî zimanî li zimanek hatiye wergerandin û piştre (3) ji wê wergerandinê li zimanek din tê wergerandin.
Ji bo nimûne: Shakespeare berhemên xwe bi îngilîzî nivîsîne. Tirkan hinek ji wan li zimanê tirkî wergerandine. Eger kesek rabe wan ne ji îngilîzî lê ji tirkî li kurdî wergerîne, hingê ew “wergerandina ji wergerê” yan jî “wergerandina ji zimanê duyem” e.
Di rewşa herî îdeal de, her nivîs ji zimanê ku pê hatiye nivîsîn û rasterast li zimanê kurdî tê wergerandin. Anku Shakepeare ne ji wergerên tirkî lê yekser anku dîrek ji îngilîzî li kurdî tê wergerandin. Dostoyevskî ne bi rêya frensî yan swêdî lê dîrek ji rusî li kurdî tê wergerandin. Fernando Pessoa ne ji îngilîzî lê dîrek ji portugalî (portekîzî) li kurdî tê wergerandin. Bi vî awayî ew şaşiyên ku di wergerên yekem de (em bêjin ji îngilîzî li tirkî) dê di wergera ji zimanê duyem de (em bêjin ji tirkî li kurdî) dubare nebe.
Wergerandina ji wergeran ne “bêçine û badilhewa” ye
Gelek kes dixwazin ku werger dîrek ji zimanê ku tekst pê hatiye nivîsîn li kurdî werin wergerandin. Wiha bi kêmî rê li ber hinek ji şaşîtiyan dê bê girtin. Lê neheqiyek mezin li wergêr û xebata wan tê kirin dema ku hin kes îdîa dikin ku wergerandina ji wergeran nabe. Neheqiyek mezin li wergêran dike dema ku wiha dibêje:
Heta niha bi dehan pirtûk û bi sedan yan hezaran berhemên pexşanî yan helbestî ji wergeran li kurdî hatine wergerandin. Bo nimûne, “Don Kîşot (Don Quijote)” ya Miguel Cervantes ne ji spanî lê bi rêya swêdî (û tirkî?) hatiye kurdîkirin. “Bazirganê Vênîsya” ya Shakespeare ne ji îngilîzî lê bi rêya erebî wergeriye kurdî. “Merivên Reben” û “Şevên Spî” yên Dostoyevskî ne dîrek ji rusî lê bi rêya swêdî û tirkî bûne malê zimanê kurdî. Ev tenê çend mînak in lê bi tu awayî ne tek mînak in. Min bi xwe zewqek mezin ji xwendina wan wergirtiye. Ji bilî xwendina wan ya bi kurdî, min her wiha ew bi hin zimanên din jî xwendine. Min “Bazirganê Vênîsyayê” bi îngilîzî jî xwendiye. Cervantes û Dostoyevskî jî bi wergerên fînlendî (fînî) xwendine. Ev wergerên fînlendî dîrek ji zimanên yekem hatine kirin. Lê dîsan jî kêmasiyên ku min di van wergerên kurdî de dîtine mînîmal in. Bi tu awayî jî mirov ji van berheman yan ji keda ku wergêrên wan daye re nikare bibêje “bêçine” yan “badilhewa”!
Rast e ku di rewşek optîmal de dê çêtir ba eger wergêrên van berheman zimanên orijînal yên van berheman zanîban û ew dîrek ji berhemên resen (ne ji wergeran) wergerandibûna.
Lê madem ku rewş ew e ku me zimanzan û wergerên wisan nîn in yan kêm in yan jî wî karî nakin, gelo em van berhemên hêja yên wêjeya cîhanê qet li zimanê xwe wernegerînin?
Gelo ma ji ber ku me wergerên portugalîzan (portekîzîzan) nîn in, nabe ko em Paulo Coelho û Fernando Pessoa qet bi rêyên wergerên ji zimanên din li kurdî wergerînin? Ji ber ku em çekî û polonî nizanin, ma divê zimanê kurdî ji Jaroslav Hašek û Stanisław Jerzy Lec bêpar be. Ji ber ku ez îtalî û yewnanî nizanim û nabînim ku tu kurdek din jî Salvatore Quasimodo yan Konstantinos P. Kavafîs ji yewnanî werdigerîne, ma qet nabe ku bi wergerandina çend helbestên wan xwendevanên kurdî aşnayî huner û hinêra helbestvaniya wan bikim? Ma ji ber ku em çînî û japonî nizanim, qet nabe em bi rêya wergerandina ji îngilîzî li kurdî wêjeya wan bi xwendevanên kurdîxwîn bidin nasîn?
Wergerandina ji zimanê duyem ne “sextekarî” ye
Eger kurdek rabe berhemekê ji wêjeya cîhanê wergerîne lê navê xwe li cihê yê nivîskarê berhemê deyne û wê berhemê wekî ya xwe bide nasîn, hingê ew “sextekarî” ye. Eger wergêr bi zanîn berhemekê di wergerandinê de biguherîne yan hin tiştan lê zêde bike yan jî kêm bike bêyî ku ji xwendevanên xwe re bêje û bi armanca xapandina xwendevanên xwe wiha bike, hingê ew jî sextekarî ye.
Lê tenê wergerandina berhemekê ji wergerekê bi serê xwe nikare sextekarî be! Belkî kêmasî di wergera yekem de hebin û belkî ew kêmasî bi nezanî biçin nav wergera kurdî de jî. Lê navê vê “kêmasî”yê lê ne “sextekarî” ye. Rast e ku kêmasî di wergerên kurdî de hene. Lê ew kêmasî di hemû wergerên hemû zimanan de hene.
Her wiha carinan hin wergerên ji wergeran ji wergerên yekser bêkêmasîtir in. Ji bo nimûne, hemû romanên Yaşar Kemal bi rêya îngilîzî li fînlendî hatine wergerandin lê hin ji romanên wî yekser ji tirkî li kurdiya soranî hatine wergerandin. Lê yên soranî dîsan jî gelek ji yên fînlendî zêdetir bikêmasî û şaşî ne.
Bi gelek awayên din jî hin wergerên ji wergeran ji hin wergerên yekser biserketîtir in. Tiştê herî girîng di wergerandinê de ne ew e ka wergerandin yekser yan jî ji wergerekê tê kirin. Tiştê pir girîngtir ew e ka wergêr jîr û zîrek e û baş zimanê kurdî dizane yan ne.
Wergera ji wergerê jî dikare biserketî be
Li cîhanê berê jî ji wergeran hatiye wergerandin û niha jî ev dewam dike. Tenê zimanên herî mezin li cîhanê ew derfet û delîv heye ku pirraniya berhemên wêjeyî dîrek ji zimanên teksta orijînal wergerînin. Hemû zimanên din – hinek kêm û hinek jî zêdetir – hewceyî wergerandine neyekser (endîrek) in.
Rast e ku li Ewropayê weşanxane hewl didin ku eger wergêrên ku bikarin berheman dîrek ji zimanê teksta orijînal werbigerînin û ew jî bi qasî wergêrên ku ji zimanê duyem werdigerînin baş bin wan bi kar tînin. Lê eger wergêrên wisan nebin, weşanxane xwe her tim ji bin barê wergerandina berhemên hêja nadin alî.
Wergera neyekser jî dikare biserketî be û ya yekser jî dikare têkçûyî be.
Ji bo nimûne, swêdiyan romanên Orhan Pamuk bi rêya îngilîzî kirine swêdî. Akademiya Swêdê ya ku wergirên xelatên Nobel hildibijêre romanên wî bi swêdî xwendine û ew dîsa hêjayî xelatkirina bi Nobelê dîtiye. Bi hezaran berhemên nivîskarên Rojhilatê û yên ku bi zimanên biçûk yên Ewropayê hatine nivîsîn, ne bi rêya wergerên yekser lê bi wergerên wergeran bûne malê cîhanê.
Bêguman rast e ku eger wergerandin yekser ji teksta orijînal be, çêtir e. Lê eger ew îmkan tune be, wergerandina ji wergeran jî ne herdem tiştek xirab e.
Divê em realîst bin
Li şûna ku şirovekerên me şîretên baş li wergêrên kurd bikin û ji wan re bibêje ka wergerandin çawa baş e û divê çawa were kirin, ew xwe zêde bi rexnekirina wergerandina ji wergeran ve diwestînin û pirsgirêkê ji hedê wê zêde mezintir dikin.
Piraniya nivîskarên me bi erebî, farisî yan tirkî mezin bûne û pirraniya kar û barên xwe yên rojane jî ji neçarî bi van zimanan dikin. Ku em rabin ji her nivîskarê xwe yê li Amedê yan Dihokê yan Qamişlo dijîn bixwazin ku ew çînî yan rusî fêr bibin û ji wan zimanan berheman wergerînin, ev xeyalek e ku em nikarin niha bikin rastî û tek encama wê dê ew be ku kurdan ji wergerandinê bitirsîne û verevîne.
Divê wergêrên nû bên pesinandin, ne heqaret li wan bê kirin
Ez dixwazim spasiya van kesên ku xwe bi wergerandinê ve diêşînin bikim. Tu kes ji me dema ku ji zikê maka xwe derketiye ne wergêrê Homeros û Shakespeare bû. Her kesê ku xwe li wergerandinê ceribandiye, pêşiyê gelek şaşî kirine û niha jî em dikin.
Belkî kêmasiyên me hemûyan gelek in lê ev nayê wê wateyê ku divê hin kes dest ji wergerandinê berdin. Eger îro ev kes klasîkên cîhanê bi kêmasî werdigerînin, sibe ew heman kes yan jî nifşên li dû wan bên dê wan kêmasiyan sererast bikin. Lê eger em îro nehêlin ku hin kes wergerên bikêmasî bikin, sibe wergerên bêkêmasî (yan kêm-kêmasî) jî nabin.
Camêrên ku Nietzsche, Dostoyevskî yan Gogol wergerandine kurdî bêhed tên rexnekirin û rexnegirên me di karê wan de tu hêjayiyan bibînin. Ev jî neheqiyek mezin e. Belkî rast e ku ew berhem ne ji zimanê teksta orijînal (almanî yan rusî) hatine wergerandin û belkî ta gelek şaşî jî tê de hene. Lê dîsan jî bi temamî redkirin û recimandina wan korahî ye.
Eger mirov dilsozî van klasîkan be û xeman ji resenmana wan bixwe, mirov dikare rabe wan berheman bide ber orijînalên wan yan jî miqayeseyî wergerên îngilîzî bike û kêmasiyên wan destnîşan bike. Eger wisan bike, dê mifa û sûdek gelek mezin bide me hemû wergêran. Jixwe eger wan berheman bi temamî red bike, ne kes guh dide gotinên wî û ne jî tu qîmetê wan gotinan dimîne.
***
Li ser nîqaşa WERGER'ê nivîsa din a Husein Muhammed ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin: