Diyarname
Komeke ji du kozmonot û ji sînemageran pêk tê ji bo kişandina fîlmekî diçin fezayê. Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin bi keştiya ku navê "Soyuz MS-19" lê kirine 5'ê meha pêşiya me dê bişînin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS). Kom li fezayê dê fîlm bikişîne ku ev yek çêbû dê li dinyayê bibe yekemîn fîlmê ku li fezayê hatiye kişandin.
Derhêneriya fîlmî derhêner û lîstikvan Klim Shipenko dê bike. Di fîlm de doktorek dê jiyana kozmonotekî xilas bike. Lîstikvan Yulia Peresild ku bi fîlmê "Sivastapol"ê navdar bûbû di fîlm de wekî serlîstikvan cih digire. Peresild wisa gotiye, "Wê ne di asta yê dinyayê de be lê heta ji destê me bê emê yê herî baş saz bikin. Ji bo vê em amade ne."
Ji bo li fezayê fîlm bêne kişandin DYA û Rusya di pêşbaziyê de ne. Li DYA'yê jî hewldanên bi vî rengî hene lê hê bi encam nebûne û daxuyaniyeke zelal hê nehatiye dayîn.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- DYA, yan Rusya; Li fezayê pêşî dê kîjan welat fîlm bikişîne?
- Doug Liman dê derhêneriya fîlmê li fezayê bike
- Tom Cruise wazeno feza de fîlm virazo