Diyarname
Li Tirkiyeyê û bajarên kurdan bi awayekî fermî kurdî wekî dersa hilbijêr kete nav dersên dibistanên pola pêncan lê mamosteyên ku dersê bidin nîn in, her wiha pirtûkên ji bo dersê jî ne amade ne. Bi ser de jî xwendekarên ku dê li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê bixwînin û bibin mamoste jî hatin mexdûrkirin.
YOK (Lijneya Bilind a Hîndekariyê) li Tirkiyeyê bi ser zanîngehan re ye û ew biryara dide. YOK'ê ji bo mamosteyan bigihîne bi Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê re li hev kir û ji bo 500 xwendevanî kontenjan vekir. XWendekaran serî lê dan, hatin hilbijartin lê mehek bi ser re derbas bû YOK'ê ev kontenjan daxist 250 kesî û formasyona xwendekarên ku nîn e formasyon neda wan (ku biryar hatibû dayîn ku formasyonê bide wan). Dema biryar hat dayîn ku formasyonê nade wan, rêveberiya zanîngehê jî proje da rawestandin û helbet di vir de xwendekar mexdûr bûn.
Ev xwendekar, bi gotineke din ev berendamên mamostetiya kurdî ku ev mehekê ne diçin zanîngehê û niha mexdûr bûne li ber deriyê zanîngehê daxunayike dan çapemeniyê.
'Bila YOK biryara xwe biguherîne'
Di daxuyaniya ku hate dayîn de wisa hate gotin: "Ev biryara YOK'ê ku tu sedem nîşan nedane ji aliyekê ve xeyalên raya giştî şikênand, li aliyê din derbe li xebatên kurdî yên Zanîneha Artukluyê daye. Em ji vir bang li hemû rayedaran dikin: Ev biryara şaş ku hatiye girtin bila ji aliyê rayedaran ve bê rastkirin, biryara Zanîngeha Artuklu ya ku 10 roj dem daye YOK'ê bila vê demê dirêj bike. Ji bo hemû raya giştî eşkere dikin ku emê vê biryara şaş qebûl nekin, di çarçoveya hiqûqê de emê mafên xwe biparêzin û heta dawî emê vê pêvajoyê bişopînin."
Xwendekarên mexdûr jî dibêjin ku dibêjin em hatin ketin ezmûnê, paşê em hatin bi cih kirin, niha piştî mehekê dixwazin em ji vir herin. Wisa tiştek kêfî çênabe.
Xwendekaran li çepikan da û biryara YOK'ê şermezar kirin.
Zanîngeha Artuklu ku li ser biryara YOK'ê vê projeyê bi rê ve dibe û dersê dide xwendekaran ji ber helwesta YOK'ê 10 roj dem daye YOK'ê. Di van 10 rojan de YOK meseleyê çareser neke, zanîngeh dê dest ji birêvebirina projeyê berde.
Ji 2528 kesî 500 kes hatibû hilbijartin
Dema serîlêdana ji bo "Perwerdehiya Lîsansa Bilind a Bêtez a ji bo Kurdiya Hilbijêr" hate vekirin 2528 kesî serî li zanîngehê da. Di encamê de 500 kes hatin hilbijartin û wan qeyda xwe kir. Hin ji van xwendekaran li bajarên kurdan û bajarên Tirkiyeyê, hin ji derveyî Tirkiyeyê hatin Mêrdînê. Lê niha ji ber vê rewşê gelek xwendekarên ku dest ji karên xwe jî berdabûn û hatibûn ji bo xwendinê mexdûr bûn.
Her wiha ev xabata kordolojiyê ya Zanîngeha Artûklû ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wekî gaveke erênî di Rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê de wekî xaleke erênî cih girtibû.
Niha li Tirkiyeyê Perwerdehiya Neteweyî biryar daye ku li dibistanan di bi navê "Ziman û zaravayên ku dijîn" dersa kurdî jî wekî dersa hilbijêr bê dayîn. Li gor biryarê xwendekarên pola 5'an dikarin dersê hilbijêrin û hefteyê 2 saetan dê ev ders bê dayîn. Lê heta niha pirtûkên ji bo dersa kurdî nehatine amadekirin û her wiha di warê mamosteyan de jî pirsgirêk heye. Û pêre jî ev nîqaşa li Zanîngeha Artuklu derket holê.
***
Nûçeyên eleqedar:
- 'Nediyar e dê dersa kurdî çawa bê dayîn'
- Tugluk: Dersa hilbijêrî ji bo tirkan bidin
- Kurdî nebû 'Dersa hilbijêr' jî!
*****
Ji nav nûçeyan hilbijêrek:
- Karsazên kurd dixwazin herin Îmraliyê
- Diyarbekir BB'yê 'Çay' vexwar!