ENQERE
Di roja 2'yemîn a Komcivîna Hewldana Kongreyê de piştî nîqaşên li ser rêziknameyê, Kongreya Demokratîk a Gelan (KDG) hate avakirin.
Komcivîna Avakirina Hewldana Kongreyê ku ji aliyê Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê ve hate damezirandin di roja duyemîn de berdewam kir. Komcivîna ku li Navenda Kongre û Pêşandanê ya Anadoluyê berdewam kir, di roja duyemîn de nîqaşên rêziknameyê hatin kirin.
Li ser navê kongreyê pêşniyar hatin komkirin. Piştî pêşniyaran dîwanê ji bo navê kongreyê pêşniyarên "Tevgera Kongreyê ya Demokratîk", "Kongreya Demokratîk a Gelan", "Kongreya Azadiyan", "Civata Neteweyên Demokratîk", Civata Neteweya Demokratîk a Tirkiyeyê", "Yekîtiya Civatên Demokratîk", "Kongreya Ked, Demokrasî û Azadiyê", "Kongreya Gelan a Demokratîk", "Yekîtiya Civatên Demoratîk", "Kongreya Azadî û Kedê", "Eniya Keda Yekbûyî", "Kongreya Civaka Ekolojîk û Demokratîk", "Konfederalîzma Gelên Demokratîk", "Kongreya Gelên Tirkiyeyê", "Kongreya Demokrasî û Azadiya Karker û Gelan", "Kongreya Azadî û Demokrasiya Gelan" hatin pêşniyarkirin.
Piştî dîwana kongreyê li ser van navan nirxandin kir, li ser navê "Kongreya Demokratîk a Gelan" (KDH) biryar hat girtin.
Piştî biryarê delegeyan diruşmeya "Bijî biratiya gelan" berz kir. Piştre hunermend Sûavî, Îlkay Akkaya û Ferhat Tûnç derketin ser dikê û stran strandin û sirûda "Çawbella" xwendin.