WAN
3'yemîn Sempozyuma Zimanê Kurdî ya ku Egîtîm-Sena Wanê li dar dixe du rojan dom kir. Îsal bi mijara "Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” hat li dar xistin.
Va ne notên ji konferansê.
16'ê Gulanê, ROJA YEKÊ:
'GERE LI GOR JIYANA LI BAJARAN EM POLÎTÎKAYA ZIMAN SAZ BIKIN'
- Bahoz Baran (bi kurmancî axivî): Îro bişaftin li gelek bajaran bi ser ketiye. Dema ziman diçe, rihê neteweyî jî diçe û hemû xebatên li van bajaran encam nagirin. Heke ziman erzan be her tişt bi ziman re erzan dibe. 200 sal berî niha kurd li gundan bûn û pirsgirêkeke wan ya şaftinê nebû. Lê niha kurd li bajaran in û divê em li gorî vê polîtîkayên xwe çêbikin. Li Amedê dema yekî/ê kurdî diaxive dibînin kêfa me tê. Rewşa me ew qas nebaş e. Dem, mekan guherî, gelo em kurd jî guherîn?
'KIRMANKCÎ WEKÎ ZARAVAYÊ DUYEM TÊ DÎTIN'
- Lêkolîner Serhat Temel (bi zazakî axivî): Li bakurê Kurdistanê yên bi zazakî diaxivin wekî firêz tên qebûlkirin. Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hwd. hemû civak kirmanckî wekî zaraveyê duyemîn dibînin. Lewma ez dikarim bibêjim ku kurmancî ji ber xebatan xwe ji tunebûnê xelas kiriye, lê kirmanckî hê jî di bin xetereya tunebûnê de ye. Hemû enerjiya me divê ji bo parastina kirmanckî be.
ZANÎNGEHÊN ROJAVA Û ZIMAN
- Mamosteya kurdî Mîzgîn Hesen (ji Rojava bi zoomê beşdar bû, bi kurmancî axivî): Piştî Şoreşa Rojava dewleta Suriyeyê li bajarên kurdan lawaz bû û me jî wekî SZK ev derfet bikaranî û li dibistanan bi cîh bûn. Gelek materyalên hînkirina ziman jî ji Mexmûrê hatin û me bi wan dersên kurdî dan. Li Rojava di 2015'an de Zanîngeha Efrinê, di 2016'an de Zanîngeha Rojava, di 2017'an de Zanîngeha Kobanî û di 2020'an de jî Zanîngeha Şerqê ku li Reqayê ye hatin vekirin. Di navbera 2011'an û 2025'an de li Rojava ronesansa zimanê kurdî bû.
'LI ROJAVA KURD DIXWAZIN KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ'
- Mamosteya kurdî Gulîstan Îsmaîl (ji Rojava bi zoomê beşadr bû, bi kurmancî axivî): Kurdan mafê xwe yên bingehîn di bin şert û mercên xeter de jî parast û bi veşartî zarokên xwe hînî kurdî dikirin. Piştî şoreşê perwerdehiya bi kurdî hat destpêkirin û mamosteyên kurdî hatin gihandin. Li Rojava gel, mamoste û xwendekar ji bo zimanê kurdî di têkoşîneke mezin de ye û herkes ji bo kurdî li ser pêyan e. Em dixwazin di hemû sazî û dezgehên Suriyeyê de kurdî bibe zimanê fermî.”
17'ê Gulanê, ROJA DUYEM:
STANDARDA KURDÎ DI HIQÛQÊ DE
- Dr Îsmaîl Necmedîn Zengene (bi zoomê ji Silêmanî beşdar bû, bi soranî axivî): Zimanê kurdî dewlemend e lê heke di hiqûqê de standartkirinek pêk neyê dê ji aliyê hiqûqî ve lawaz be.
'LI HERÊMA KURDISTANÊ QÎMETÊ DIDIN ÎNGILÎZÎ NADIN KURDÎ'
- Azad Welatbegî (ji Hewlêrê hatibû, bi soranî axivî):
Li tevahî Iraqê zimanê kurdî jî fermî ye, lê ne wekî zimaneke fermî, wekî zimeke lokal li çend bajar û navçeyan serwer e. Divê li seranserê Iraqê zimanê kurdî wekî zimanê fermî bê cîbicîkirin. Di qanûnên Iraq û Herêma Kurdistanê de tê gotin ku divê zimanê kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bê dayîn, lê niha zimanê îngîlizî jî hevrikiya kurdî dike. Girîngiya didin îngilîzî, mixabin nadin kurdî. Ez bawerim heke aboriyekê ji bo zimanê kurdî veqetînin û zimanê bazirganiyê bikin kurdî, wê kurdî ji gelek hêlan ve pêş bikeve.
Wekî rûniştina dawî ya sempozyûmê di bin moderatoriya Oznur Deger de forum li dar ket û beşdaran dîtinên xwe anîn ziman. Dûre amadekaran plaket dan beşdaran û sempozyuma îsal bi dawî bû.
**
Nûçeyên Eleqedar:


