Diyarname
Îro kongreya awarte ya Amed Sporê hebû. Di kongreyê re serok û rêveberiya nû hat hilbijartin. Ali Karakaş ji bo serokatiya klûbê hat hilbijartin.
Kongreya awarte ya klûbê li salona DESOB'ê (Odeya Esnaf û Senatkarên Amedê) li dar ket. Piştî êrîşên li ser Amed Sporê û rewşa rêveçûna klûbê ya di lîgê de biryar hatibû girtin ku kongre li dar bikeve. Di kongreyê de axaftin hatin kirin û hilbijartin li dar ket.
Di dawiya hilbijartinê de ji bo rêveberî lîste hat hilbijartin. Di lîsteya rêveberiya nû de ev hene: Ali Karakaş, Aziz Elaldi, Sevim Vural, Baran Durmaz, Veysi Uçdag, Ercan Girişen, Îzettîn Araç, Nedîm Şîmşek, Mîrza Tanaman, Abidin Kaktaş, Kezban Yilmaz, Bişar Duran, Şeyhmus Saygun, Adnan Zengin, Besra Ekinci, Enver Aytekin, Selhattin Yildirim, Osman Ocaklik, Bulent Oguz, Hediye Atay.
Rêveberiya nû bi civînek dê karbeşiya li nav rêveberiyê diyar bike. Ji bo Serokatiya Klûbê Ali Karakaş ku çend sal berê jî Serokê klûbê bû carek din bû serokê klûbê ala Amed Sporê ji serokê niha Nurullah Edemen girt.
Her wiha ev kes jî ji bo rêveberiya yêdek hatin hilbijartin: Remzi Dindar, Cemal Dogrul, Abdullah Sevinç, Vedat Girişen, Farut Baytar, Servet Erol, Şahin Gucum, Sadik Elaldi, M.Ziya Elhaman, Erhan İlgin, Kadir Kaya.
Amed jî Diyarbekir jî têk çûn
Di vê navberê de îro her du tîmên Amedê jî têk çû. Amed Spor ku di Lîga 2'yemîn de ye li mala xwe li hemberî Gumuşhane Sporê bi 4-1 têk çû. Tîma din a Amedê Diyarbekir Spor ku di Lîga 3'yemîn de ye li Cizîrê bi 1-0 têk çû.