Diyarname
TÎHV’ê Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan 10’ê mehê dabû dest pê kirin û heta 17’ê mehê didome. Bername îsal 13”emîn car li dar dikeve. Li gor bernameyê di navbera 10-17’ê mehê de dê li dar biketa. Belgefîlm di vê demê de online têne nîşandayîn.
Di heman demê de bernameyên rû bi rû jî bi vî rengî bû: Di navbera 8-11’ê mehê li Îzmîrê, 17-18’ê mehê li Wanê, di nav bera 16-18’ê mehê jî dê li Amedê li dar biketa. Niha bernameya li Amedê dest pê kir.
Îro li Modern Sanat Merkezî ya li Kayapinara Amedê ku li Taxa Diclekentê ye bername dest pê kir. Nûnerê Ameê yê TÎHV’ê Murat Aba di merasima destpêkirina bernameyê de axivî û got, “Mirov bi mafên xwe hene. Em nîşan didin ku mirov bi mafên xwe hene. Niha me xwest em hunerê jî binîn cem gotinê, bi hunerê gotina xwe bêjin, ji ber ku ev piştgirî ye, ev li cem hev bûn e. Em li cem hev bûnê xurtir dikin.”
Piştî axawtinê belgefîlmê Roberta Grossman ê bi navê “Rockonings” hat nîşandayîn.
Bernameya li Amedê heta 18’ê mehê dê bidome û nîşandayîna belgefîlman bê pere ye.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Belgefîlmên li ser mafên mirovan li Amed, Îzmîr û Wanê ne