Enqere
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken diyar ku li ser axa Mezopotamya û Anatolyayê ne tenê netewa tirk dijî; kurd, suryanî, laz, ereb, çerkez û gelek gelên din dijîn. Balûken got ku ji bo navên ku bûne tirkî navên wan ên berê ji şûnde bê îadekirin pêşnûmaya zagonî daye meclisê.
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken ji bo navên berê yên mezra, gund, navçe, navend û erdnîgariyan şûde bê vegerandin, pêşnûmeya zagonî ya ji 6 xalan pêk tê da meclisê. Baluken bal kişand ser dewlemendiya ziman û çandan a li ser vê axê û diyar kir ku yek ji ya ku li ber çavan e navê cih û waran e.
Baluken destnîşan kir ku ev ne tenê mîrateyeke yê gelên li ser vê axê dijîn e, di heman demê de mîrateya cîhanê ye.
Îdrîs Baluken diyar kir ku guhertina navên cih û wan ya li tirkî, di nav civakî de bûye sedema dilşikestin û biyanîbûnê û wiha got: “Vegerandina navan ji ber fikara siyasî, di dema împaratoriya Osmaniyan de di dema Abulazîz û Abdulhamîtê duyemîn de dest pêkiriye.”
Di pêşnûmeya qanûnê de xal yek bi yek bi hincetên wan hatine rêzkirin