Diyarname
Ger hûn dixwazin li gor dilê we bername di Newroz TV de hebin fermo ji we re firsendek.
Newroz TV ji bo dema weşana xwe ya nû anketeke çêkir. Bi anketê temaşevanên wê dê biryar bidin ku çi di kanalê de bê weşandin.
Newroz TV ku di Newroza sala 2007'an de dest bi weşana xwe kir, xwe wekî "Deng û rengê gelê Kurd" bi nav dike.
Televîzyon niha dema weşanê ya nû amade dike. Ji bo vê yek^edixwaze temaşevanên wê jî biryaran li ser bernameyan bide. Ji bo vê yekê anketek daye destpêkirin.
Ger hûn jî dixwazin beşdarî anketê bibin, fermo malpera televîzyonê:
www.newroz.tv