Diyarname
3 agahiyên nû hene li ser Kobanî. Vekişîna çeteyan, hê gundên dagirkirî û tayînkirina berpirsekî ji bo Kobanî.
Fermo ew her sê agahî.
TAYÎNKIRINA BERPIRSEKÎ JI BO KOBANÎ
Niha bi awayekî fermî Kobanî girêdayî Walîtiya Helebê ye. Walîtiya Helebê ku bi Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ve girêdayî ye, du roj berê kesekî bi navê Îbrahîm Muslim wekî Berpirsê Herêma Kobanî tayîn kir. Partiyên kurd ev yek red kir.
Partiyên kurd ên li Kobanî li ber avahiya PYD'ê hatin ba hev û dijî vê peywirdarkirinê daxuyanî dan.
Kurdiya daxuyaniyê endamê Rêveberî yê PDKS'ê (Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî) Gêlo Îsa, erebiya wê jî Berpirsa Karên Derve ya Firatê ya PYD'ê Leyla Ehmed xwend.
Di daxuyaniyê de gotin ku kesek li derveyî Kobanî û wan temsîl nake ew qebûl nakin.
Wan got ku peywirdarkirin "ne bi edalet û ne guncav e" û xwest ev biryar bê betalkirin û got, "Divê li gor vîna gelê Kobanî tevbigerin. Ji bo êşên wekî dema paşerojê carek din dubare nebin divê li gor meşrûtiyeta demokratîk bê tevgirîn."
TALANA HTŞ'YIYAN
Endamên HTŞ'ê ku gundên Kobanî dagir kiribûn ji 74 gundan vekişiyan. Piştî peymana 29'ê rêbendana 2026'an ev gav hat avêtin. Piştî vekişînê hat dîtin ku çeteyên HTŞ'ê gund talan kirine.
Gundên ku çete jê vekişiyane ev in: "Bîr Zinar, Bîr Xat, Bîr Nasir, Leqleqo, Qurquling 1, Qorqulind 2, Şerebanî, Seferî, Hemtopik, Bîr Kor, Pêşek, Xirabî Seronç, Golêketî, Demircik, Koç Kemat, Koktepe Jêrîn, Kok Tepe Jorîn, Mîlî, Xanika Ebdo, Mendik, Xuydan, Xan Memed, Derbeteht, Çixura Bicûk, Çixura Mezin, Çortanek, Tozinc, Berdax, Mizxene, Toqlî, Qeynter, Mereser, Kepirebin, Dewî, Erne, Korik, Sal, Saqî, Kefûn, Tolik, Bîr Cirût, Nurelî, Bilik, Qil Heydê, Der Felît, Qulan 1, Qulan 2, Qulan 3, Qun Eftar, Xatunî, Xirab Berkil, Qirad Kurd, Omerekê, Şakurk, Sept Eydo, Sebt Inko, Zîk, Dozî, Qerareşk, Mezra Şehîd Eşref, Bîrik, Xerab Xel, Zirkotêk, Esediyê, Goktep 1, Goktep 2, Bîr Bekê, Bîr Sewan, Sêfûn, Girê Evrê, Girê Sor, Salokê, Guçêkmet û Qubê.
10 GUND HÊ DAGIRKIRÎ NE
Li aliyê din çeteyên HTŞ'ê yê jî li 10 gundên Kobanî ne û ji wan venekişîne. Ew gund jî ev in:
"Girik, Hemdûn, Cebel Seman, Xirab Işkê, Çelebiyê, Nihît, Hêmed, Ebû Sira, Gêçkiran û Cadê.


