Diyarname
Kurdê bi navê Hadi Elçiçek sedî 80 astengbar bû, 22 salan girtî ma, ev yek bû sedema mirina wî. Elçiçek îşev li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê mir.
Hadi Elçiçek roja 16'ê reşemiya 1999'an li Dihêya Sêrtê hatiye binçavkirin. Piştî 10 rojên binçavkirinê bi îdîaya "Xirakirina yekîtî û yekbûna dewletê" ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê ve bi cezayê îdamê hat cezakirin. Paşê cezayê îdamê hat rakirin û bi cezayê muebbetê hat cezakirin. Piştî 22 salên girtîmayînê roja 9'ê berfanbara 2021'ê ji Girtîgeha Tarsusa Mêrsînê hat berdan. Piştî vê li Neweşxaneya Bajêr a Edeneyê hat dermankirin. Nexweşxaneyê sedî 80 rapora astengbariyê da wî.
Di vê navberê de înfaza wî hatibû rawestandin lê doz dom dikir, vê carê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dîsa cezayê giran lê birî. Parêzeran îtîraz kir, lê qebûl nekirin. Ji ber vê yekê roja 7'ê rêbendana 2025'an dîsa hat girtin.
Ji ber nexweşiya wî, roja 6'ê reşemiya 2025'an înfaza wî hat betalkirin û berdan.
Elçiçek li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê dihat dermankirin, îşev mir.


