Sirri Sureyya ONDER
Daristanên li herêma Kandirayê berê bi xezalên xwe dihatin zanîn.
Ji aliyekî ve bi riya nêçirê, ji aliyê din ve jî, bi talana ekosîstemê êdî tenê xezalek jî li vir nemaye.
Gerînendetiya Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, bi qasî du salan berê xezaleke mê û yekî nêr bere nav daristanê dane.
Gelê herêmê, piştî gelek salan xezalên ku dîtîne, parastine û tu bibêje bi destên xwe dest bi xwedîkirina wan kirine.
Him Ceren jî hatiye rûyê dinê.
Du kesên bi navê Omer Çakir û Vedat Kaygisiz, bi qasî sê meh berê, gava ji mewlîda ku li dar ketî vedigeriyan li ser rê rastî xezala mê û çêlika wê bune.
Xezalan jî ew şêbandine însanên din û wekî însan hesibandine, nerevîyane…
Dilê min nagre ku ez ji vê şûn de vebêjim.
Ez ê bêjim Karxezal sêwî maye, a dawî hûn fêm bikin.
Heywan jî jî umetê ne.
Ên ku ev qetla kirine hatine tespîtkirin û şandine mehkemeyê.
Îhtîmala ku 11.000 TL. cirm dane û piştre jî serbet hatibin berdan zêde ye.
Tiştê ku min herî zêde meraq kir ev e; Van kujeran Mewlûda Pîroz bi ku dera xwe guhdarî kiriye.
Ji wê rewşa manewiyatê derkevî û qetleke bi vî rengî, di ser de çawa karibûne li ber çavên karxezalê pêk bînin, min xwest vê yekê fêm bikim.
Qur’ana Kerîm heywanên ku endamê pergala hawirnasiyê ne wekî umet bi nav dike.
Di Sureya En’am ayeta 38 emîn de wiha hatiye fermankirin ; “Heywanên ku li ser rûyê erdê dimeşin û ( li rûesman) çi ji yên ku bi du baskên xwe difirin hene, hemû encax wekî we umet in. Me di wê pirtûkê de qet tiştek kêm nehîşt. Di dawîyê de (hemû) wê kom bibin û bêne derxistina hizûra xwedayê xwe.
Gökteki kuştan yerdeki karıncaya kadar herkesin bu evren üzerinde bir hakkı olduğunu öğütleyen peygambere edilmiş bir duadan çıkıp, bu vahşetin faili olmayı nasıl içlerine sindirebildiklerini düşündüm.
Ji diakirineke li pêxemberê ku li ser kaînatê ji çivîka li esmên bigre heta moriya li ser erdê ku mafê her kesî heye şîret kiriye derkevî û çawa dikarî bibî kiryarê vê hovitiyê û vê yekê hezm bikî. Min ew yeka fikîrî.
Hê Ceylaneke din ya ku 12 salî bû li vî welatî hatibû kuştin.
Ji dilên ku dengên xwe ji kuştina Ceylan Onkol a ku li mezraya Xambaş, gundê navçeya Lîcêya Amedê bi guleya hawanê ya ku ji tabura Tapantepeyê hatiye avêtin dernexin, em ê çawa dengderxistina wan a li hember vê hovitiyê hêvî bikin.
Evdalê Bêxem
Gaybî, kurê begê Alanyayê ye û meraqdarê nêçirê ye.
Rojekê li nêçirê li xezalekê dixe.
Xezal direve û dikeve dergaha Evdal Mûsa ya li Elmaliyê.
Gaybî ji derwêşan xezala ku nêçir kiriye dixwaze.
Derwêş dîyar dikin ku tu xezal nedîtine û gengeşî derdikeve.
Gava Evdal Mûsa gengeşiyê dibihîze derdikeve derve û dipirse , Gaybî bûyerê jê re vedibêje.
Evdal Mûsa ebeya xwe radike û tîra ku di kêlaka wî de daçikilî nîşan dide û jê dipirse “ tîra ku te avêtiye ev e? ”
Gaybî hema wê rojê ji wê dergahê re dibe evd.
Ji ber devjêberdana gelek tiştan nasnavê wî dikin Evdalê Bêxem.
Hîcîvên herî xweş ên vî welatî dinivîse.
Hinek ji min dipirsin û dibêjin ’’ tu çima ligel Kurdan î ? Binêre tu hunermend î, quncikê teyê nivîsê di rojnameyê de hebû, her kesî ji te hez dikir…’’
Bêguman, ne hedê min e ku xwe bi Evdal re bikim yek, lê mirovatiya min a bi qasî her tîra ku avêtine Ceylanan di dilê xwe de hîs bikim heye.
Hin kes vê berpirsiyariya ku tenê ji zor, kul û derd û tehdeyê pêk tê, bi desthilatdariyê re tevlîhev dikin û dibêjin “wey Sirri wey”
Yek jî ên ku agir ji devên wan dirijin û jê hinek jî bi mabesta hîcvkirinê tevdigerin,lê dibin pêkenok.
Heke hemûyan bînim berhev û bersivekê bidim wan :
Zorê nedine xwe, ew ne tiştekî ku hûn jê fêm bikin.
Tek tiştê ku divê hun bizanin hedê we ye.
Yek jî ew gotina pêşiyan: Aqilê sivik barê giran!
Ji we hemûyan re merheba…
Ji Ozgur Gundeme hatiye girtin
Wergera ji tirkî : Sebrî OYMAK
Siyabend_2004@hotmail.com