Diyarname
Li Agiriyê mebûsên AKP'ê yên Agiriyê bi balafira THY'ê çûn Agirî û li wê derê gel bi gotinan bera wan da.
Mebûsên AKP'ê Fatma Salma Kotan, Cemal Kaya, Mehmet Hanifi Alir û Abdulkerim Aydemir li navenda bajêr dema xwestin silav li gel bikin, bi reaksiyonên ku ne li bendê bûn re rû bi rû man. Gel gotinên wekî "Hûn bi çi rûyî hatin vê derê? Heta niha hûn li ku bûn" bera wan da û mebûsan ji mecbûrî berê xwe da navenda bajêr a partiyê.


