Diyarname
Dadgehê doza ku der barê mebûsa DTP'ê Aysel Tugluk da dabû dest pê kirin rawestand.
2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Erzeromê der barê mebûsa DTP'ê Aysel Tugluk de ji ber gotinên wê yên li kongreya partiyê de doz vekiribû. Dadgehê gotibû ku Tugluk di kongreyê de gotiye "Hê li çiyê birayên me hene, jiyana xwe ji dest didin" û li ser vê yekê doz vekiribû. Niha dadgehê ji ber mafê destnedana mebûsiyê ya Tuglu doz da rawestandin.