RIHA
Navenda Çand û Hunerê ya Amara (NÇHA) a Şaredariya Pirsûsê di dema êrîşê çeteyên DAIŞ'ê de dev ji xebatên xwe berda û hemû derfetên xwe ji bo welatiyên Kobanî seferber kir û hemû odeyên xwe ji bo welatiyên Kobanî vekir. Navend 2 sal berê hat vekirin û nêzî 9 meh e dev ji karên çand û hunerê berdabû. Piştî vegera welatiyên Kobanî nêzî 3 hezar pirtûkên xwe şandin Kobanî. Ji ber vê yekê li navenda çandê tu pirtûk neman û lewma jîj kampanya pirtûkan da destpêkirin. Xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Amarayê Zehra Yanardag diyar kir ku ji bo pirtûkxaneya xwe kampanyaya bi dirûşmeya "Şoreşên xurt, bi hişê xurt ava dibe" da destpêkirin.
Yanardag da zanîn ku ji ber ku hemû pirtûkên xwe şandin Kobanî wan kampanya daye destpêkirin û ji bo Kobanî jî çi ji destên wan bê dê heya dawî bikin û wiha dom kir: "Çavkaniya hemû şoreşan perwerdehî ye û em dibêjin ku 'Şoreşên xurt, bi hişê xurt ava dibe'. Armanca me ya herî mezin ew e ku pirtûkan kom bikin û yên ji hewcehiya me zêde em dê bişînin Kobanî. Ez bawerim kolektîf û komûna di berxwedana Kobanî de derket holê dê di vê kampanyayê de jî derkeve holê."
Yanardag destnîşan kir ku pêdiviya wan piranî bi pirtûkên kurdî hene û wiha got: "Pirtûkên ji me re bên dê nîvekî wan ji bo Kobanî bin. Ên kurdî piranî dê biçin Kobanî. Pirtûkên em dixwazin di serî de psîkolojî, sosyolojî, klasîkên cîhanê, dîroka cîhanê, felsefe, wêjeya kurd û tirkan û ferhengê kurdî û pirtûkên şoreşgerî. Alîkariya van pirtûkan dê ji bo avakirina Kobanî jî bibe alîkar. Di dema berxwedana Kobanî de em çawa bûn yek û me dest dan hev, di vê kamyanyayê de emê jî alîkariyê xwe bikin. Ên dixwazin pirtûkan bişînin dikarin bişînin Şaredariya Pirsûsê an jî bişînin navenda me."