Diyarname
Derhênerê fîlman ê arjantînî yê navdar Fernando Solanas li Parîsê bi vîrusa Covid-19 ketibû, roja 6'ê vê mehê wefat kir.
Derhêner Fernando Solanas roja 16'ê reşemiya 1936'an li Buenos Aires a Arjantînê hatibû dinê. Ew yek ji derhênerên navdar ê Arjantînê bû. Di heman demê de senaryo dinivîsand û her wiha siyasetmedar bû jî. Solanas ku xwedî fikrên çepgiriyê bû demek Senatorê Neteweyî yê Buenos Aires bû ku ev karê wî şeş salan dom kir.
Ew bi têgeha "Sînemaya Sêyemîn" tê nasîn. Di sala 1966'an de fîlmê xwe "La Hora de los Horno" (Dema Bahoza Bêrsbûyî) piştî derbeya li Arjantînê bi dizî di du salan de dikişîne. Fîlmê ku 4 saet û 20 deqîqeye heta sala 1973'yan ku "Peronistên Çepgir" bi hilbijartinê têne ser kar li gelek cihên Arajantînê bi awayekî veşarî tê nîşandayîn.
"La hora de los hornos", "Tangos: el exilio de Gardel", "Sur", "El viaje", "La nube" û "Memoria del saqueo" hin fîlmên wî yên ku têne zanîn bû. Di sala 1988'an de wî li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn a Derhênerê Herî Serketî girt. Her wiha wî dema ev xelat bi fîlmê "Sur" girt ev fîlmê xwe diyarî Yilmaz Guney kiribû. Wî li Spanyayê Xelata Derhênerê Herî Serketî. li Venedîkê Xelata Taybet a Juriyê girtibû û ligel van li gelek cihên din bi ser ketibû.


