Diyarname
Serokwekîla Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Yaman û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz roja 24'ê sermaweza 2025'an li ser navê Komîsyona Meclisa Tirkiyeyê çûbûn Îmralî û ligel Abdullah Ocalan hevdîtin kiribûn.
Piştî hevdîtinê bi temamî tiştên hatibûn axivîn nehatibûn belavkirin û ev yek bûbû sedema nîqaşê. Niha hemû notên di wê hevdîtinê de hatine girtin li ser malpera Meclisa Tirkiyeyê hatin belavkirin.
Ev agahî bi navê ""Notên Hevdîtina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê"" hatin weşandin. Hemû 16 rûpel in.
Ji bo yên bixwazin lê binêrin, lînk:
- "Notên Hevdîtina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê"


