Diyarname
Hem Hevserokê PYD'ê Salih Muslim hem jî YPG'ê ragihand ku tu eleqeya wan bi bûyera Enqereyê re nîn e.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li ser bûyera Enqereyê wisa goti: "Enqere dibêje Salih Neccar ê YPG'yî bûyer çêkiriye. Em Neccarî nas nakin. Dibe ku ji bo Tirkiye êrîşê Sûriyeyê bike bombe hatibe teqandin. Ev hefteyek e Tirkiye êrîş daye dest pê kirin, dibe ku bombe parçeyeke vê meseleyê be. AKP dixwaze bi leşkerî mudexeleyê Sûriyeyê bike. Ev ne tiştek baş e."
YPG'ê jî daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Em wekî YPG ji bilî rêxistinên terorê ku êrîşê me dikin, em ne di nav hewldana êrîşa welatekî cîran de ne. Ligel hemû zordayîn û provakasyonan jî. ligel hemû êrîşên Artêşa Tirk a li sînorên Rojava jî me tu bersiv neda û me bareke dîrokî girt ser milên xwe. Çar sal in sînorê herî bi ewle yê ji bo Tirkiyeyê sînorê Rojava ye. Ji aliyê me ve tu êrîşek çênebûye. Herî baş jî hikumeta AKP'ê û Artêşa Tirk vê yekê dizane. Bi taybetî rastiyan berevajî dikin û me wekî berpirsê bûyera Enqereyê nîşan didin."
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Enqereyê teqînek mezin: 28 mirî dor 61 birîndar hene