Diyarname
Baroyên Amed, Edene, Antalya, Îzmîr û Rihayê jî têde 20 baroyan ji bo serbestberdana siyasetmedar û parêzer Aysel Tugluk a ku nexweş e kir. Baroyan xwest îfaza wê bê bi paş xistin.
Siyasetmadar Aysel Tugluk roja 26'ê berfanbara 2016'an hat binçavkirin û du roj paşê hat girtin. Ji wê rojê de ew girtî ye. Di vê demê de diya wê jî mir, êrîşê cenazeyê diya wê kirin. Bi van yekan rewşa heyî ya Tugluk girantir bû. Niha di rewşeke xeternak de ye. Li ser vê yekê saziyên sivîl banga berdana wê kiribûn. Jinan jî bi hezaran îmze kom kiribûn. Niha 20 baroyan banga serbestberdana wê kir.
Baroyan Xala 104'an a Zagona Bingehîn bibîr xist. Di nav vê de Xala 16'an, beşa 2'yan a Zagona Înfazê ya bi hejmara 5275'an bibîr xist û wisa got: "Tekane armanca vê hukmê heye ku bi vê armanc ew e înfaza nebe cezayê dijî mirovahiyê ye, nebe sedema îşkence û miemeleya xirab. Lê îro em dibînin ku ligel van xalan jî gelek kesên girtî hene ku divê bêne berdan lê hê jî girtî ne."
Baroyan di daxuyaniyê de gotiye ku Serokatiya Beşa Tibê ya Bingehîn a Zanîngeha Tibê ya Kocaelî ku têde 9 doktorên pispor hebûn 8 mehan rewşa Aysel Tugluk şopandine û miayene kirine û ev yek lê zêde kirine: "Di raporê de wisa tê gotin, 'Ev nexweşiyeke kronîk e û ber bi pêş ve diçe, rewşa girtîgehê nikare ji aliyê tenduristiyê wê ve wê baş bike û ev yek têrê nake jî, li girtîgehê ew nikare bi serê xwe li xwe binêre û lewma divê bê berdan'. Raporê eşkere gotiye divê bê berdan. Serdozgeriya Komarê ya Kocaelî e rapor red kiribe jî TÎHV'ê raporeke nû amade kiriye lê dîsa jî ew nehatiye berdan.
Baroyên Amed, Agirî, Batman, Wan, Edene, Semsûr, Antalya, Çewlig, Bedlîs, Bursa, Culemêrg, Hatay, Îzmîr, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Dêrsimê ku îmze avêtine bin daxuyaniyê di dawiyê de wisa gotine: "Xala 1136 a Zagona Parêzeran bar dixe ser milên baroyan, loma di çarçoveya 'parastina mafên mirov û parastina wan' de em bang dikin ku heta Parêzer Aysel Tugluk baş bibe îngaza cezayê wê bê taloqkirin û ew bê berdan."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Kampanyaya ji bo Aysel Tugluk berfirehtir dibe