Diyarname
Li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) zemanekî dema kesekî spî bihata, li ku diba bila biba reşikek divê li ber raba, kursiya xwe bida wî/ê, hurmet nîşan bida. Di sala 1955'an de reşikek bi navê Claudette Colvin kursiya xwe neda spiyek û ev yek bû serdemek nû. Niha ew jina ku dayîna kursiyê red kiribû mir.
Em qala bûyera ku roja 2'yê adara 1955'an pêk hatibû dikin. Aktîvist Claudette Colvin wê çaxê hê 15 salî bû, neketibû 16'an. Jinek spî siwarê otobusê dibe, Colvin li ber ranabe û dayîna kursiyê red dike. Ji ber vê yekê tê gritin. Piştî vê bûyerê bi 9 mehan Rosa Parks, pêşengek din a tevgera mafên sivîl a DYA'yê jî red kir ku kursiya xwe di otobusê de bide yeka spî. Çalakî û girtina Parks her wiha bû sedema biryara Dadgeha Bilind a qedexekirina cudakariya nijadî.
Di sala 2009'an de pirtûkek li ser vê kirina Colvinê hat nivîsîn. Heta vê kêliyê ev kirina Colvinê baş nehatibû fêmkirin û bi pirtûkê re ew kirin baş hat fêmkirin. Colvin di sala 2018'an ji bo BBC axivî, li ser ezmûna xwe ya di dema çalakiya xwe 15 saliya xwe de sekinî û got, "Ez netirsiyam, lê ez bêhêvî û pir hêrs bûm."
Claudette Colvin niha di 86 saliya xwe de li Teksasa DYA'yê mir. Weqfa Mîrateya Claudette Colvin agahiya mirina wê ragihand. Nûnerê saziyê Ashley D. Roseboro got ku ew bi sedemên xwezayî miriye.
CNB News


