BIXALETÎ
Feratê Dengizî
Îro li Mêrdîne me. Roj bi dilê min, baran her dibare û ewrên xemgînî bêhna min fireh dikin. Jixwe me ji xemgîniyê pê ve çi naskiriye? Jiyana me her û her xemgînî, ma bindestî ne xemgînî ye! Zû de min bêriya vê rewþa Mêrdîna xwe kiribû, bila îro roj, roja min be.
Ji qada Cumhuriyetê ber bi Qehwa Mala Bilalo ve diçim. Rojên berê, zarokî, ciwanî û navseretiya min a þahidiya van deran, bi çavên zarokekî gundî û îro. Dem diçe û tê, li ber çavên min xumamî û rewþguherîn, lê bêhna qehwê û xweþikiya þiliya baranê û bêhna kevirên bajarê min, mîna bêhna hinê, ahengsazî û dengnewaya dilnizm a li ser zimanê min, mîna kilamên dengbêjan û hestên newayên serhildêr mîna serê Kelê a bi mij û dûxan. Îro sere Kelê nexuyaye, lê li wir denge þoreþgeran di kerika guhê min de.
Cildirûn dema bersiva silava min da, xweþahenga þêwe û lixweanîna bavê min anî bîra min, digo cilên Mêrdînî pir lê dihat û pir niþmî bû. Peyman û xatirxwestina dema kurt wekî ya her demê. Min go ya, îro dilê min zêde bar hilgirt lê ez Mêrdînê bêhn dikim û bi bêhn û xweþikiya barîna xweþbaranê serxweþim.
Divê bigihêm civîna zimên, lê dema min heye, ka ez þîþkevabek geznermînî darqutînim, de Xwedê mezin e. Lê xweþkêþa rojê û bajarê min, ez mest kirime. Dibare baran, de bibare û bila ez þil bibim wekî evîndarê hêvîsêwî yî emirqut.
Lê siwara þaredariyê li rastî posteya kevn gihaþt hawara min. Min ji wê qehweya servekirî têr li beriyê nenêrî. Belkî Kedrîcan li wir ba, baran ne xem…
Gava ku li otobusê siwar bûm, bi telefonê dipeyivîm. Ku min peyva xwe qedand yekî ji paþ bangî min kir;
- Merheba bixaletî.
- Merheba û serçavan. Çawa yî?
- Canê te sax be.
Camêrekî bi emrê min, ku li ber deriyê heftê saliya xwe, bi ciltaqimekî gewr û li ser xwe, devliken. Ciyê wî di ser min re ye. Lê ez wî nasnakim. Bila be, qey dilxweþiya mirovan nemiriye. Ew dipeyive, nizanim yê kêleka xwe dinase yan na. Neyêser. Mesele peyv e… destpê dike;
- Tarif Erebî?
- Þiweyê, þiweyê…
- Ez jî ew qasî. Ma lawo em kurd çiqas serhiþk in. Min go herî ye, lê do ez bi zor birim nav rez. Tev herî bû, em lewitîn.
- We mehser hilanî?
- Na lo, ez bi roja xwe pê re çûm. Me tirî çinî. Em tev di heriyê de man.
- We kir dims?
- Na, bi tirîtî firot.
- Heja bû?
- Herê, Xwedê bi qismetê wî ke, rez pir baþ bû, ne wekî yên îsal ku ji arîkê þewitîne, lê digot; ji kesî re nebej tiriyê wî pir e, ha... Bila kes nizanbe, qaþo birê min e, qesîs. Heqroja min jî hindik da. Ne go hema çend goþî tirî ji xwe re bibe.
- Te rahiþtayê û têxista nav desmalekê, naylonekê, tiþtekî.
- Na, ma ez li xwe datînim. Bila bi çikûsiya xwe bimre. Lawo ma em çiqasî çavbirçî ne. Kuro hema nego du goþî tirî ji we re bibe, wey liminê…
- Tu Tixubî bû, ne werê…
- Na, Þêxkirî me.
-
Neyta wî yê seknê tune bû. Rêwî hebikî hindik, wî jî ji xwe re guhdarin peydakiribû, ya dilê xwe dirijand.
- Heyra em ji Mehla Tabyê ne. Kes hesabê me nake, li me nanêrin. Camêran tu hesaba jî nakin. Xizmet mizmet tune. Kes devê xwe jî venake.
- Werê ye. Hinekan bîst miyê min dizîn, çû û çû… li nava vî bajarî.
- Ma li derve bûn.
- Na ji hewþê birin, tu dibêjî erd û ezmanan li wan sûnd xwar. Dibêm karê çend sakûlan e. Tûle zêdebûne. Kar tune, emel tune, bi þev heta sibê serxweþ û sistdoxîn in. Kes li qîz û xortên xwe xwedî dernayên. Serserîtî û bêexlaqî zêde.
- Rast e. Ne xema tu kesî ye, bêxwedîtî. Tirs a hinan jî rabûye tu zanî. Hêêê hêê. Ê min jî birin, lê ez birakê te me. Ez dizanim kî ne.
- Te ji wan sitend, an jî heqê wan….
- Na. Min þop ajot û derxist. Li ber min geriyan, gotin em pera bidin, heywanan ji te re bikirin, li me helal bike. Min go ne lazim e, û ez helal jî nakim. Xweþ heram be. Jixwe heramxwirin û bila biteqin. Jixwe yeko yeko ji ayê min dimirin.
- Te yê pere bistenda. Ê min jî ez texmîn dikim kî nin, jixwe bi qanserê ketin. Heramî namîne. Te çima heqnestend?
- Na. Ez dizanim kê ew elimandine. Derî bi derî ve ye. Çima yên wî nebirin. Ew tê dibe navbêncî. Birê min e qaþo… Yê din jî apê min. Ew tên hêviyê, bi bergerî. Bila yên wî jî bibirana. Derî bi derî ve ye. Min ê wê çaxê helal bikira. Malê min helal e. Yê derve; rez, bîstan kê xwar helal be. Lê yên ku ji hundir birin helal nabe. Helal nakim. Bila yê wan jî bibirana. Qet helal nakim û gotina wan qebûl nakim, dizanim wan rê bi ber diza xistiye, çima yên wan nabin, hey gidî…. Bila yê wî jî bibirana!
- Hela, hela, de tu zanî. Axx edoqewmî. Ez ê dayêm, bi xatirê te.
- Tu ji ku bûyî heyran…
- Serê Dehlê.
- De oxir be…
-
Dîsa meydan a wî bû. Rêwî kêm. Nexema wî bû, xemnake, bila guhdar hebîn, çi kêm çi zêde. Dile xwe hênik dikir. Qet nedisekinî. Gotinek ji aþ yek bajar tanî, dida ser hev. Na ne dîn bû, mirovekî rengesmer î xweþgotin î çavbeþiþî.
Va aliyekî din ê bajarê min. Ma dilgermî tunebe dibe. Belkî qet ji lêsiwarê danekeve, ma guhdarên wiha milayîm dê ji ku peyda bike.
Dema ku ez jî dakevim hat. Bi devlikenî min silav dayê.
- Bi xatire te bixaletî.
- Oxir be heyra…
Baþ e. Li bajarê min bixaletiyê min pir in; Kurd, ereb, suryanî.
Baran hebikî nerm bûye. Bêhna þiliyê, ya evînê, ya qidam û qehwê ciyê xwe da egzoz û latên betonî; Yeniþehir!
Ji qewla Apê Musa; tewlolo… Yeniþehir!
Dîsa jî bajarê min, evîna min, de ka ez herim, li bende ye xebata li ser zimanê min.
25.10.2018, Mêrdîn
Nivîsên Feratê Dengizî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Tov û Berxwedan
- QADIRO
- Hecî Þerîfa
- Ji Dengiza, Mirin
- Ez kî me!
-