AMED
Di dema ku 15'ê Gulanê Roja Cejna Ziman nêz bû de ji KCD'ê daxuyaniya lidarxistina çalakiyan hat.
Endamê Komîsyona Ziman û Perwerdehiya KCD'ê Osman Ozçelîk ji bo 15'ê Gulanê Roja Cejna Ziman bang li sazî û rêxistinên kurdan kir ku bi coşeke mezin hêzê bidin çalakiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li avahiya xwe civîna çapemenyê pêk anî. Li ser navê Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD'ê Osman Ozçelîk daxuyanî xwend. Ozçelîk, diyar kir ku ziman nîşaneya herî girîng a neteweyekî û parçeyek xwebûna mirovan e. Ozçelîk, destnîşan kir ku Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di 15 Gulana 1932'yan de hejmara yekemîn a Kovara Hawarê derxistiye û ji ber wê jî ew vê rojê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Ozçelîk, da zanîn ku li cihanê pirzimanî wekî dewlemendiyek tê qebûlkirin û li gelek dewletên mîna Çin, Hindistan, Rusya û Îtalyayê perwerdehiya pirzimanî heye û ji ber vê jî tu welat parçe nabe û wiha dom kir: "Zimanê me bi salan e hatiye qedexekirin û hatiya pişaftin. Her wiha ligel vê jî zimanê me nebûye zimanê dewleteke serbixwe jî îro di nava zimanên dinyayê de bi hêza xwe di asteke herî bilind de ye."
'BI RENGÊ XWE CEJNÊ BIXEMILÎNIN'
Ozçelîk, bang li hemû kes, sazî û rêxistinên kurd jî kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin û wiha got: "Hemû kurd divê çalakiyên daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe bikin û di vê hefteyê de her saziyên kurd saziyên xwe bi rengê cejnê bixemilînin. Di 15'ê gulanê dê meş û şahiyên cejnê bên lidarxistin. Her kes, sazî û rêxistinên kurd bi coşeke mezin tevlî van çalakiyan bibin."
Ozçelîk, diyar kir ku dê çalakî hefteyek bidomîn û çalakiyên cur bi cur wekî şahî, konser, meş bên lidarxistin.