Tehran
Derhênerê îranî yê navdar Cafer Panahî li hat binçavkirin. Malpera Keleme ku girêdayî rêberên muxalif ê îranê Mîr Huseyîn Mûsavî ye ragihand ku guh nîvro hêzên îranê avêtiye ser mala Panahî, jina wî Mahnaz Mihemmedî, keça wî û 15 kesên mêvanên wan bûn girtine bin çavan. Hate gotin ku di serdagirtina mal de hin amûrên Panahî yên girîng jî hatine desteserkirin.
Li ser binçavkirinê rayedarên Îranê tu agahî neweşandiye. Derhêner Panahî meha borî dê beşdarî Festîvala Fîlman a Berlînê bibe lê ji ber ku rayedarên Îranê destûra rêwîtiyê nedaye wî, ew nikariye here festîvalê.
Panahî li qada navneteweyî bi fîlmên xwe heta niha gelek xelat girtine. Par di hilbijartina serokomariyê dePanahî piştgirî dabû rêberê muxalifan Mûsavî. Her wiha Panahî gotibû ku Ahmedînejad di hilbijartinê de hîle kiriye.
Fîlmên Panahî:
- Nepoşa Sipî (1995)
- Neynik (1997)
- Helqa (2000)
- Zêrê Bixwîn (2003)
- Offside (2006)
Hin xelatên ku wî girtine:
- Şêrê Zêrîn (Festîvala Fîlman a Venedîkê)
- Hirça Zîvîn (Festîvala Fîlman a Berlînê)
- Laleya Zêrîn (Festîvala Fîlman a Stenbolê)
- Xelata Festîvala Fîlman a Venîce


