Diyarname
Çekdarên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê vê êvarê êrîşê taxên kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiye kirin. Li gor agahiyên tên jineke bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî (57 salî) miriye û 15 kes jî birîndar bûne.
Êrîşên çekdaran vê êvarê gur bûn. Asayişa taxên kurdan li hemberî van ber xwe dide.
Li gor agahiya vê êvarê 15 kes birîndar bûne. Navên birîndarên ku eşkere bûye ev in:
Henan Ebdulhemîd Îsmaîl (20), Mihemed Ebdulhemîd (19), Ebdulhemîd Îsmaîl (48), Zekeriya Xelîfe (53), Ebdo Eswed (40), Mehmûd Nîdal Îbrahîm (18), Aydil Elî (9), Dicle Osman (34), Ebdurehman Horo (18), Doxan Elo (18), Cemîl Ukaş (22), Mehmûd Eswed (20), Mêrvan Bekir (22), Arif Bîlal (20) û Raparîn Hebeş.
RÊVEBERIYA XWESER DAXUYANÎ DA
Li aliyê din li gor nûçeya ANHA'yê Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye, êrîşên komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi tundî şermezar kiriye û diyar kiriye ku ev êrîş dikevin xizmetî dijmin Sûriyeyê.
Rêveberî wisa gotiye, "Em bang li hemû Sûriyeyiyan û hêzên neteweyî yên Sûriyeyê dikin ku ked û xebatên hevbeş ên ji bo gihandina çareseriyeke giştî ya adilane zêde bikin, sînorekê ji bo van siyasetên paşguhkirin û qetilkirinê re deynin, bi hev re xebatekê ji bo avakirina welatekî ji bo hemûyan, Sûriyeyeke azadî, demokratîk, nenavendî bikin."
LI KOBANÎ Û QAMIŞLOYÊ ÇALAKÎ
Her wiha li Kobanî û Qamişloyê jî gel daket kolanan û êrîşên çekdaran ên li ser taxên kurdan şermezar kirin.


