Diyarname
Yek ji çîroknivîskarê kurd ê xwedî pênûsek mezin H. Kovan Baqî ye ku yek ji endamê Nifşê Rewşenê ye û ji salên 90'î ve bi çîrokê re eleqedar dibe. Baqî niha beşdarî Diyarnameyê bû.
H.Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Heramiya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Dibistana seretayî li Heramiya xwend û dev ji xwendinê berda. Ji salên 90'î û vir ve çîrokan dinivîsîne.
Du kitêbên wî ên çîrokan hene: “Çîroka Çîrokan” di sala 2004’an de ji weşanên Bajar derket û pirtûka wî ya çîrokan a din “Bêexleq” di sala 2012’yan de ji Weşanên NA’yê hat weşandin.
Niha ew redaksiyona kovara Hinarê û edîtoriya weşanên NA’yê dike. Li İzmîrê dijî. Zewicî’ye û du kurên wî hene. Karekî wî yê standart tuneye.
Wî ji serdema Jiyana Rewşenê ve bi çîrokên di nava qada çîroka kurdî de ciheke girîng girtiye. Lê demek dirêj bêdeng ma. Di van salên dawî de careke din dengê pênûsa Baqî hat û niha jî ew beşdarî Diyarnameyê bû. Em bi beşdariya nivîskar H. Kovan Baqî ya Diyarnameyê kêfxweş in.
Nivîskarê me H. Kovan Baqî di quncikê xwe de dê nivîsên xwe yên wêjeyî pêşkêşî qada wêjeya kurdî bike.
Em xêrhatinê li hevalê xwe Baqî dikin.
Not: Em wekî Diyarname em dixwazin digel nivîsê wêneyê nivîskaran jî bêweşandin. Lê H. Kovan Baqî nexwest em wêneyê wî bikar bînin. Ew, ji wêne zêdetir dixwaze nivîs li pêş be. Ger rojek bixwaze em wêneyê wî tevî nivîsê biweşînin, emê cih de biweşînin.
Nivîsa yekemîn a Baqî emê vê hefteyê biweşînin.