logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Rojnameya Ronahî 13 salî ye

  • Dîrok: 18/10/2024
  • Beş: Çapemenî

Qamişlo
16'ê mehê 13'emîn salvegera derketina rojnameya Ronahî bû. Ronahî di sala 2011`an de li bajarê Helebê dest bi weşanê kir û heta niha bi zimanên kurdî û erebî li kêleka pêveka zarokan Mizgîn, weşana xwe didomîne.
Rojnameya Ronahî piştî aloziya li Sûriyeyê sala 2011`an dest pê kir, hate avakirin. Heftane li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest bi weşanê kir. Hejmara wê ya yekemîn ji 12 rûpelan pêk dihat. Piştî salekê ji bo zarokan pêveka "Mizgîn" derxist. Ev cara yekê bû ku ji bo zarokan rojnameyek dihat derxistin.
Piştî mehekê, di hejmara 5`an de, ji bo cihêrengkirina mijarên rojnameyê, hejmara rûpelan hate zêdekirin û bû 16 rûpel. Piştî kêmtirî salekê, hejmara rûpelan careke din hate zêdekirin û bû 20. Destpêka Çileya 2015`an, rojnameya li şûna heftane êdî nîv heftane hate weşandin. Ji 30`yê Gulana 2018`an jî, derbasî weşana rojane bû. Lê ji ber derfetên çapkirinê û belavkirinê yên kêm, rojname du rojan carekê hate çapkirin. Dûre beşên kurdî û erebî hatin cudakirin. Mizgîn jî ku mehane derdiket, êdî 15 rojan carekê tê derxistin.
HEJMARÊN KURDÎ Û EREBÎ
Li gorî editor û rojnamevana Ronahiyê Bêrîvan Xelîl heta niha hezar û 291 hejmarên erebî hatine çapkirin û li ser înternetê jî hezar û 946. Hejmarên çapkirî yên beşa kurdî jî hezar û 213 e.
Bêrîvanê rewşa rojnamegeriyê di vê serdemê de wekî "şerê di navbera çapemeniya çapkirî û ya elektronîk de" wesifand û sedema wê vegerand pêşketina teknolojiyê û kêmbûna çanda xwendinê.
Bêrîvanê got: "Gelek rojnameyên cîhanî û erebî hene ku berê xwe dane weşangeriya elektronîk."
ISRARA LI SER PÊŞKETINÊ
Tevî şert û mercên çepemeniya çapkirî jî, Bêrîvan dibêje ew bi israr in mîrasa çapemeniya çapkirî di nava civakê de biparêzin û wiha domand: "Rojnameya Ronahî, niha 2 çapên çapkirî û 3 çapên elektronîk diweşîne. Em armanc û plan dikin ku hejmara xwe tev de bikin çapkirî lê derfetên kêm li pêşiya vê hewldanê bûne asteng.”
Bêrîvanê destnîşan kir ku ew her tim hewl didin naveroka rojnameyê zengîn bikin û got: “Ronahî wê her tim ji civakê re jêdereke pêbawer be û dê mîrasa çapemeniya çapkirî her tim biparêze.”


Edîtora rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl got, "Heta niha 1213 hejmarên Ronahî bi kurdî derketine."
 

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

news
  • 26 08 2026

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

news
  • 25 08 2026

LEWerger li ser 'Erotîzmê' disekine

news
  • 24 08 2026

'Dilop'ek nû derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Meclisê derî li qertên kurdî girt

ad

Li Norşînê hilbijartin hatin betalkirin

ad

HRRK bi kongreya xwe dixwaze xwe çalaktir bike

ad

Sedhezaran aştî xwest

ad

Li Amedê lîsteya avahiyên dîrokî yên zirar dîtine derket holê

ad

Festîvala Rêya Îpekê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname