Diyarname
Di vê navberê de li ser binçavkirinan li ber avahiya BDP'a Amedê, Şaredarê BDP'ê Osman Baydemir, mebûs Emine Ayna, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncer, Ayla Ata Akat, Selahattin Demirtaş, digel bi hezaran kesên ku hatin ba hev daxuyaniyeke dan û binçavkirina şermezar kirin.
Şaredar Baydemir got ku bi mehan e li nav civakê ev proje bi awayekî cihê nîşan didin, civak tê xapandin û wisa got: "Wezîrê Karên Hundir got ku di demeke nêzîk de dê pêşîlêvekirin bikeve jiyanê. Di dîroka Komarê de yekem car pêşîlêvekirina pirsgirêk çêbû lê meheke paşê DTP hat tasfiyekirin. Mebûsiya wan hate bi dawîkirin. Digel her tiştî ji bo parçeyeke çareseriyê em vegeriyan sine-î meclisê. 98 şaredar û endamên Meclisên Giştî yên 10 Bajaran ji bo çareseriyê beşdarî BDP'ê bûn. Hema piştî vê 16 şaredarê me jî têde 80 kes hatin binçavkirin. Hê duh me got dara berû dara hêviyê ye. Bila gelê me bibore, ez bang li hukimet û serokwezîr dikim; kîjan şaxa dara berû di ku derê we de çû xwarê?"
Baydemîr got ku kî ji bedeldayîn, ji girtinê ditirse bila nemerd be. Yê me kesî jî tirsa me nîn e. Yên ku hatine binçavkirin kîjan hiqûq bin pêkirin bin me jî heman tişt kiriye. EY hikumet, ey dewlet hûn dixwazin çi bikin? Hûn dixwazin gel dakeve kuçeyan? Du roj berê li Enqereyê erebeyeke mebûsekî AKP'ê hate rawestandin ev du roj in çapemeniya neteweyî li ser disekine. Ji bo xwe, 16 şaredar û hilbijêr hatin binçavkirin. Ev e hurmeta we ji bo gel?"
Osman Baydemîr bang li gel jî kir û got: "Sibê digel hemû hevalên me yên mebûs emê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bên ba hev. Emê bibêjin yan me jî bigirin, yan jî hevalên me berdin."
Şaredar Baydemîr di dawiyê de wisa got: "Ev ne gotina me ya dawî ye. Ji bo gotin bi dawî nebe divê bi aqil bê tevgerîn. Heta hevalên me bên berdan emê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.
Baydemîr di dawiyê de jî wisa got: "Kesên ku me wekî 'baz' û 'kevok' cuda dikin em dibêjin 'here ji wir'. Şêx Seîd, Seyîd Rizayî îxanet dît lê niha hûnê vê îxanetê nebînin.
***
- Nûçeyên eleqedar:
- Navên 80 kesên hatine binçavkirin
- Deqeya dawî: Li hemberî BDP'ê operasyon, şaredar di bin çavan de ne