Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê bi nivîskarên li Amedê re xwarineke xwar û da zanîn ku rola niviskaran a ronîkirina civakê gelek e.
Di hevdîtina bi xwarinê ya bi Şaredar Baydemîr re de Serokê Komeleya Nivîskarên Amedê Îrfan Babaoglu, Sekreterê Komeleyê Arjen Arî, Serokê Komeleya Navenda Hunerê ya Amedê Azad Ziya Eren, Nûnerê Amedê ya PEN'a Tirkiyeyê Şeyhmus Diken, nivîskar û hunermendên wekî Îhsan Biçici, Hicri Îzgoren, Omer Dilsoz, Murat Ozyaşar, Yavuz Ekinci, Vahap Kaya, Azad Zal, Muharrem Erbey, Şener Ozmen, Dilawer Zeraq, Ayşegul Devecioğlu, Zubeyde Kirmizi, Rêzan Tovjîn, Hasan Guneyli, Lal Laleş, Aydin Alokmen, Ayhan Meretovar û Adil Zozanî amede bûn.
Di sohbetê de nivîskar Arjen Arî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtinê anî ziman û dûre got ku nivîskar tu demê ne alternatîfê siyasetê ne berevajî vê yekê ji bo siyaset ber bi rêya rast ve here tevdigerin. Arî got ku ji dema Ehmedê Xanî ve nivîskarên kurd pirsgirêka wan bi pergalê re heye. Arî digel şaredariya wî ji bo nêzîkatiya wî ya ji bo wêjeyê jî sipasiyên xwe pêşkêşî Baydemîr kir.
Bayremîr jî di axaftina xwe de li ser rola nivîskar û hunermendan a ronîkirina civakê sekinî, bi taybetî bal kişand ser zehmetiyên nivîskaran ku li ser zimanê kurdî xebatê dikin. Şaredar Baydemîr wisa got: "Ji bo vî gelê em wekî şaredarî çawa xizmetkarên gelê xwe bin, hunermend û nivîskar jî xizmetkarên çand û hunerê ne. Lewre armanca me yek e. Ji bo vî gelî kî çi kiribe qîmeteke wê ya mezin heye. Ji siyaseta me be yan nebe, bi kurdî yan bi tirkî hurmeta me ji bo nivîskaran gelek e."
Osman Baydemîr got ku yê hin mirovan du, yê hinan çar û yê hinan jî şeş çavên wan hene û wiha berdewam kir: "Ez bi wê bawer im ku yê helbestvan û nivîskaran şeş çavên wan hene. Ew bi çavê rih, beden û dil li jiyanê dinêrin û dinivîsin."
***
Nivîsa eleqedar: