Diyarname
Nivîskar Bavê Nazê di sala 1946’an de li gundê Kucuka li Mêrdînê ye ji dayika xwe bûye. Di sala 1953’yan de ew çûye Binxetê (rojavayê Kurdistanê) û li bajarê Amûdê (mala birayê wî yê mezin li wir bû) bi cih bûye û li wir dest bi xwendina xwe ya seretayî kiriye.
Bavê Nazê di sala 1957’an de mala xwe bi temamî biriye Binxetê, destpêkê li Amûdê maye û dûre mal biriye bajarê Hesekê û li wir xwendina lîsê di sala 1967’an de biriye serî.
Ew di sala 1969’an de ji bo xwendinê çûye Sovyetê û sala 1980’ê de li Zanîngeha Moskova ya dewletê teza xwe ya doktoriyê pêşkêş kiriye.
Di sala 1977’an de li gel rehmetiyê Rezo û Dr. Mihemed Ebdo Elnecarî û Saduddîn Mela wan “Rabîtet Kawa lîlseqafe Elkurdiye”-Kombenda Kawa Ya Çanda Kurdî- damezirand.
Li welatên cur bi cur berhemên wî di sê waran de hatin weşandin: Werger, amadekirin, afirandin.
Bavê Nazê di nav kurdan de yek ji girîngtirîn nivîskarên çîrok û romanê ye.
Pirtûkên Bavê Nazê yên hatine weşandin ev in:
Wergerên wî:
1- Îstişhad albetel alkurdî, Fiyodor Lîtkîn sala 1977 bi zimanê erebî
2- Alcîbal we alsîlah li gel Dr. Ebdî Hacî – 1978
3- Intîfadet alşeyix Seîd 1981 ya nivîserê wê Hisiretiyan.
4- Nehdet alkrad alqewmiye we alseqafiye 1985 Celîlê Celîl
5- Kurdistan ma beyine alherbeyin li gel Dr.Seadedîn Mela 1988
6- Berzanî we şehadet altarîx li gel Dr.Ebdî Hacî 2004
7- Pêşeka dîroka Kurdistanê ya mela Mehmûdê Beyazîdî 2009 bi zimanê kurdî
8- Qelawiz-şanoya Xoxol(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.
9- Îzop –şano(nehatiye weşandin) bi zimanê kurdî.
Pirtûkên ku amade kirine û weşandine:
1- Rêzimana kurdî bo zaroka sala 1996
2- Têwriya edeb- ji bo şagirtên zankoyê- zankoya Duhok 2010
3- Dîroka edeba Yunanî ya kevnar 2010
4- Dîroka edebê romanî birgê 2 sala 2013
5- Dîroka edeba serdema navîn û vejînê birgê 3 sala 2013
6- Edeba sedsala 17-18 birgê birgê 4 sala 2013
7- Edeba sedsala 19-20 birgê 5 sala 2013
8- Rêzimana kurdî (têwrî û piratîk) sala 2013
9- Ferhenga tîrmên wêjeyî sala 2013.
Afirandinên wî:
1- Hêsir û baran-kurteçîrok-1985
2- Çiyayên bi xwînê avdayî-roman-1978 bi zimanê erebî, 1981 bi zimanê rûsî- 1988 bi zimanê kurdî.
3- Stokholmê te çi dîtiye bêje – roman -1987
4- Govenda li ber mirinê - çîrok -1996
5- Miriyê heram-kurteroman-2009
6- Dara pelweşiyayî-roman-2011
Lêkolînên wî:
1- Çi bi Kurdistana sor hat?
2- Ber bi zimanekî yekbûyî ve.
3- Roman çi ye.
4- Ehmedê Xanî-weku pêşek di dîwana wî de hate weşandin.