Kampanyaya dijî pêşdaraziyê
-Merheba
-Hûn xelkê ku ne?
-Ez ji Kolombiyayê me
-Aaaa, Pablo Escobar, marîhûana, kokaîna!...
-Bibore, ma hûn muptela nin?
-Ez? Na!... Çima?
-Lewra hûn hunermend û çandyarbana we yê ji min derheqê qehweya herî xweş a dinyayê, zimrûdên herî baş, kulîlkên herî rind û cuda û pirengiya biyolojîk û derheqê jinên me, jinên herî rindik ên cîhanê….û derheqê mirovên herî nazîk û rûken pirs bipirsiyana.
-Eger hûn sporgerbana we yê ez bi Falcao Garcia, James Rodriguez, Nairo Quintana, Mariana Pajon an jî bi Catherina Iberguen teswîr bikira.
-Eger hûn hunermendbana we yê têkiliya min bi Fernando Botero, Doris Salcedo, Edgar Negret re… yan jî bi Juanes, Şakîra, Carlos Vives re… yan jî hunermendên wekî Toto La Momposîna re û bi salsa re, bi joropo û bi kumbiya re û bi gelek çêşîden muzîkê yên din re çêbikira.
-Ger we piçek bixwendiba we yê ez bi nivîskarê me yê xwedî Xelata Nobelê Gabrîel Garcîa Marguez nas bikira.
-Ger tehma devê we hebûya we yê ji min re derheq xwarin û vexwarinên wekî ajîaco, banadeja paîsa, tamal, lechona, arepa de huevo, mota de name, arepas an jî empanada, cuy con papas û ajî pirs bipirsiya.
-Lê mixabin ez dibînim ku hûn tenê dabînkerên muptelatiya xwe nas dikin.
Ji rûpela “Kolombiyayê Keşf Bike” hatiye girtin û ji aliyê Îrfan Kenî ve hatiye wergerandin.
**
Nivîsa Ûrfan Kenî ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:


