AMED (DÎHA)
Li Amedê bi hinceta ku têkiliya wê bi cemaetê re heye Koleja Dîcle-Firatê ya ku perwerdehiya bi kurdî jî dida hat girtin. Sabahattîn Korkmaz ê li dijî girtina kolejê bertekên xwe nîşan dan diyar kir ku tu têkiliyeke wan a bi cemaetê re tune ye û wiha got, "Çima ku me bi kurdî jî perwerdehî dida, ji ber polîtîkayên bişaftinê yên rejîma faşîst em hatin girtin."
Li navçeya navendî Peyasê ya Amedê danê sibehê polîsan bi ser Koleja Dîcle Firatê ya ku bi kurdî, îngilîzî û tirkî perwerdehiyê dide, girtin. Piştî lîsteya dibistanan a ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi hinceta têkiliya wan bi Cemaeta Fethûllah Gulenî re heye, Koleja Dîcle Firatê hat girtin. Xwediyê dibistanê Sabahattîn Korkmaz li dijî girtina kolejê bertekên xwe dan der û anî ziman ku tu têkiliyeke wan bi cemaetê û partiyan re tune ye. Korkmaz dest nîşan kir ku bi vî awayî dixwazin wan jî daxilî berjewendiyên navxweyî û îktîdarî bikin.
'Dê perwerdehiya bi kurdî bidome'
Korkmaz diyar kir ku çima ew bi zimanê dayikê perwerdehiyê didin, ji ber polîtîkayên bişaftinê yên rejîma faşîst koleja wan hatiye girtin û anî ziman ku cemaet bes hincet e. Korkmaz wiha got, "Em dê ji hêla hiqûqî ve mafê perwerdehiyê yê 570 xwendekarên li dibistana xwe biparêzin. Heke ji darazê tu encam xwe nede der, em dê dibistaneke alternatîf vekin û perwerdehiya xwe ya wêje û Zimanê kurdî bidomînin."
Û vê êvarê: Ber êvarkî ragihandin rêveberiya kolejê ku biryara girtina kolejê bi paş ve hat girtin (Ev agahiya nû paşê li nûçeyê hatiye kirin)


