logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket
  2. 'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'
  3. Rojnameger Hifzi Topuz mir
  4. FîlmAmed: Li Amedê dema dema temaşekirina belgefîlman e
  5. Derhêner jî ji festîvalê vekişiyan
news-details

Eşq û êşên Kurdistanê di "dîwana şermê" de

  • Dîrok: 20/06/2022
  • Beş: Serbest

DEWRÊŞ ELÎ

Hin berhemên wêjeya berxwedanê hene ku hêj negihîştine ber destê min, ez kelecanî li benda wan im.

"dîwana şermê" yek ji wan berheman bû ku gava min dît derketiye, kela canê min rabû. erd Agron piştî "dîwana hestiyan" ez biribûm dol û newalên Kurdistanê.

Helbestên wî hemû janeke giran li hestên min bar dikirin. "dîwana hestiyan" ne dûrî civakê bû; wexta em li derdora xwe dinêrin, her malbateke dûr yan nêzikî me bavek yan dayîkek heye ku li hestiyên zarokên xwe digere. Ez di nava malbatekê de ku her roj behsa hestiyên winda dike, mezin bûm. Ji ber vê yekê dîwana hestiyan pir bandor li ser min kiribû. erd Agron vê carê jî bi berhema xwe ya bi navê "dîwana şermê" derket pêşberî xwendevanên xwe. 

Berî ku ez behsa helbestên dîwana şermê bikim dixwazim piçekî behsa pêşgotina wê berhemê bikim. Li gorî min pêşgotin manîfestoya nîqaşên derheqê wêjeya zindanan de ye.

‘Wêjeya Zindanan” navlêkirinek şaş e

erd Agron dibêje "navlêkirineke wekî wêjeya zindanan lê hatiye kirin. Ev navlêkirin ji bin serê kê derketiye, bi çi armancê hatiye gotin, ji vê qest çi ye em nizanin, lê bi çi niyetê hatibe kirin jî ev navlêkirineke şaş e.”

Helbestvan vê tîne ser vê yekê ku ev nîqaşên berê di wêjeya tirkî de hatine kirin, transferî wêjeya kurdî têne kirin. Nivîskar xwe çiqas digihîne dilê çiyê, dilê tekoşînê, dilê civakê, ev girîng e.

Helbestvan behsa "ekola ji nû ve înşayê" dike û pîvanên wê tînê berçav, rastî û heqîqeta civakê derdixîne holê. Kurt û kurmancî behsa vê ekolê dike û ez bawer dikim ku ev pêşgotin nîqaşên li ser vê yekê dibe xala dawiye: "Ez bixwe 'wêjeya zindanê' zêde watedar nabînim. Erê zindanî karê wêjeyê dikin, lê ev nabe wêjeya zindanê. Ji ber ku kes ji me tenê bi hestên zindanê nanivîse. Paşeroja me ji me re wekî ronkahiyekê ye. Alegoriya şikeftê ya Platon heye. Zindan jî dişibe wê. Her tişt ji derva ve dikeve hundir. Pergal çi bixwaze wê şanî te dide.

Televîzyon bi wan ve girêdayî ne. Ew kîjan kanalê bixwazin, em dikarin li wan temaşe bikin. Ew kîjan rojnameyê bixwazin, em dikarin wan rojnameyan bixwînin. Ew kîjan muzîkê bixwazin, em dikarin li wan muzîkan guhdarî bikin. Radyoyên me kom kirin, filan bêvan. Lê paşeroja me, bîranînên me, rastiyên me yên subjektîf didin pêşiya me. Ew dibin ronkahî ji me re. Bi rêya wan em zanin ku rastî ne wisa ye. Em jî li ser wê rastiyê xwe îfade bikin. Li ser wê rastiyê em dixwazin xwe tevlî nava civakê bikin. Em nahêlin di navbera me û civakê de qutbûyîn çêbe, mesafe têkeve navbera me. Daxwaza me, gihandina civakê ye.

Zindan li ber dilê min cihekî derveyî mekan, derveyî zeman e.

Zemanê esasî li vê derê ne lê ye. Kî ji me çend salî ketibe zindanê, hê jî xwe wisa hîs dike. Ez bîst salî ketim zindanê, niha jî xwe bîst salî hîs dikim. Halbûkî temenê min ji çilî derbas bû." 

Sêdarên piştî têkçûnên serhildanan

Helbestên erd Agron hemû hêstên civakî ne, carna li ber guhê heqîqetê dike qîr û gazin, dibe qêrînên sed salan, carna bûyereke rasteqîn dide ber çavên me. Pirtûk ji 104 rûpel û şeş beşan pêk tê. Hinek helbestên kurt û hinek helbestên dirêj in. 53 helbestên kûr bi hunereke sivik û berz xwe didin xwendin. Di xeleka ewil de helbestvan behsa sêdarê dike. Dîroka Kurdistanê, heman demê dîroka serhildan û berxwedanan e.

Gava em li çar aliyên welêt dinêrin gelek rêber û şoreşgerên Kurdistanê piştî têkçûna serhildanan hatine bidarvekirin: 

"ber bi sêdarê ve dimeşiya

çiyayekî bilind bi berfa heta ser sînga xwe

erd dihejiya

li ser rûyê wî du hendefên bilind

du bîrên bêbinî"

‘fêkiyên sêdaran gihîştine’

Helbestvan bi awayekî sivik behsa sêdarê dike û cangoriyên sêdarê dişibîne fêkiyan. 

"fêkiyên sêdaran gihîştine 

tên quraftin

û dibin tovê jiyana nû 

di bin axa ziwa

ya şengal û kobanê de

zarokên serê singuyan

dibişirin

ji azadiyê re

bi xeberdan ketine êdî…

û 

qesîdeyan dibêjin…"

Wesiyetnameya derwêşekî

Helbestvan êşa kurdayetiyê bi rêzikên xwe bi bîr tîne. 48 cangoriyên doza azadiyê yên bêgor û bêkêl, tîne bîra me û hîn ji sêdarê ne hatine daxistin. Şêx Seîd, Dr. Fuat, Berxo Bavê Tûjo û yên din. Nevîyên wan îro li her çar aliyên welat doza wan dişopînin.  

erd Agron di helbestên xwe hemûyan de dikeve nava bîr û baweriyên xurt, hizra xwe dide bûyerên sedsala dawî. Helbestên wî wekî kanî û rûbarên Kurdistanê di nava dilê mirov de diherikin. Carna sîpel û şilqeyên wan rûbara me dikêşe nava xwe, hest û xwestekên me tîne bîra me, carna jî dibe xime ximeke hênik û mirov mest dike. Em dikarin bibêjin, di helbestên wî hemûyan de tenê eşq, êş û hevrêyên welêt û gel hene. 

Helbesta 'wesiyetname' xwe wekî wesiyeteke derwêşekî dide xwendin. Wesiyeta derwêşekî dildarê helbest, erd û xwezaya Kurdistanê:

"ti wesayetan li pey xwe nahêlim

ne mal, ne milk

çend helbestên ku ew ê bê min nikarin bijîn

çend lênûskên vala

û çend pênûsên kevn...

kî bixwaze bila ji wan re bin..."

Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 09 2023

Tabloyên ku wênesazên jin ên kurd çêkirine

news
  • 03 09 2023

BRICS dê cuda be

news
  • 28 08 2023

Rizgan mîna Raskolnîkov li xelasiya xwe digere

news
  • 22 08 2023

Qirikek zêrîn ji deşta Germiyanê: Şukir Xeyat

news
  • 21 08 2023

Nivîsên nîveka pêşî ya vê mehê...

news
  • 19 08 2023

Dahûrtina pirtûka çîrokan “Mêşo”

Nivîsên Nû
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Alîgirên Amed Spor û Diyarbekir Sporê li Deriyê Çiyê daxuyanî dan

ad

MHP'ê li Culemêrgê avahiya xwe vekir

ad

Pisûlaya Îtîfaqa Ked û Azadiyê diyar Bû

ad

'Tartuffe' li Wanê ye

ad

'Divê partiyeke wekî BDP'ê tune be'

ad

Diyarbakirspor dîsa bê teknîk dîrektor ma

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûka “Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê” derket

  • 26 09 2023
news

'Armanca kargehê konteksteke berfireh a neteweyî ye'

  • 26 09 2023
news

Rojnameger Hifzi Topuz mir

  • 26 09 2023
news

FîlmAmed: Li Amedê dema dema temaşekirina belgefîlman e

  • 27 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname