Diyarname
Pirtûkek bi navê "Di goristana tarî de stêrkên azadiyê" derket û têde bi 5 jinên ku nîvê temenê wan li girtîgehê derbas bûye re hevpeyvîn hatiye kirin.
Mayîna li zindanê tiştek çawa ye? Bi taybetî ger mirov jin be û 18, 19, 20 salên mirov, yanê nîvê temenê mirov li çar dîwaran derbas bûbe tiştek çawa ye? Dem çawa diçe, fikrên mirov çawa şikil digirin?
Erê bi hezaran jinên kurd hene li girtîgehê ne û gelekên wan hene bi ser deh salan re girtî ne. Û yên ku 20 sal in girtîne jî hene. Niha pirtûka ku derketiye berê xwe dide vê yekê. Nivîskar Xecê Şen ku di nav têkoşîna jinên kurd de ye û ew jî demek hatiye girtin berê xwe daye van jinan û bi wan re hevpeyvîn kiriye. Bi 5 jinên kurd ku 20 salên xwe li girtîgehê derbas kirine re hevpeyvîn kiriye.
Xecê Şen ligel Şadiye Manap, Medya Yaklav, Xelat Encu, Zeynep Avci, Devrîm Elegez hevpeyvîn kiriye û ev hevpeyvîn wekî pirtûk bi navê "Di goristana tarî de stêrkên azadiyê" weşandiye. Pirtûk ji Weşanên J&J derket û ji bo ev jinên girtî dibe deng, dibe rêya ber bi derve ve.
Di dawiya pirtûkê de jî wêneyên wan û hin nameyên wan hatine weşandin.
Çend gotin jî li ser nivîskar: Xecê Şen di sala 1980'yan de li Reşîneya Dihêya Sêrtê hatiye dinê. Di sala 1992'yan de wekî gelek kurdan malbata wê jî koçî bajarên Tirkiyeyê kiriye û çûne Aydinê. Wê li wê derê di sala 1996'an de di nav komîsyonan jinan de dest bi xebatê kiriye. Di sala 1998'an de li Azadiya Welat dixebite, di sala 2004'an de tê girtin, salek li girtîgeha Mêrdînê dimîne û paşê tê berdan. Paşê di nav xebatên çandî de karê xwe didomîne. Di nav TZPKurdî de cih digire, ji 2009'an heta dawiya 2011'an dibe berdevka TZPKurdî. 2012'yan de dema di nav tevgera jinan de cih digire heman salê tê girtin û 2 salan girtî dimîne.
Di sala 2017'an de pirtûka "Lîlan be dil" (helbest) derdixe û paşê ev pirtûk...
- Di goristana tarî de stêrkên azadiyê / Xecê Şen / Hevpeyvîn / Weşanên J&J / 2018 / 128 rûpel


