___Ûrfan Kenî ___
Dema li welat qîzeke tê revandin, wekî irf û edetên me, nas û dost û rûsipiyên me dikevin nav herdu malbatan û dixwazin wan li hev bînin û mara xortan çêkin. Ji ber ku di navbera malbatan de şer û pevçûn çênebe ev yek tê kirin. Ev dab û nêrîteke pir kevn e û pir caran jî mesele bi aştî û xweşî tê çareserkirin.
Rojekî li gundekî Gimgimê, dîsa qîzeke tê revandin. Nas û eqreba û cîran û rûsipî ji Gimgimê diçin wî gundê. Pir jî qerebalix in. Li wir kom dibin. Bi malbatan re diaxifin. Gelek zeman derbas dikin. Gelek dixebitin. Û di dawiya dawî de jî malbatan li hev tînin û mehra xortan jî dibirin.
Dema vedigerin Gimgimê, wekî ev jî êdî bûye irf û edetekî me, eskerê tirk wan di rê de dide sekinandin. Komutan bi tirkî ji wan dipirse:
-Nereden geliyorsunuz? (Hûn ji ku tên?)
Yekî ku li pêşî siwar bûye heman cî de bersiva komutan dide û dibêje:
-Komutanim yilan kesmekten! (Komutan ji marbirînê!)
Komutan şaş û mat dibe û tiştek jê fêm nake û dipirse:
-Nasil yani? (Çawa?)
Yekê din gotina wî ser û rast dike û ji komutan re dibêje:
-Komutanım soz kesmekten geliyoruz. Biz ona “marbirîn” deriz. Arkadaş da dogrudan çeviri yapmış.(Komutan em ji marbirînê tên. Ew tê wateya “soz kesmek”. Heval wergereke rasterast çêkiriye).
**
Nivîsên Ûrfan Kenî yên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin: