PARÎS
Festîvala Filmên Kurdan a li paytexta Fransa Parîsê sêyemîn car di 1'ê meha pêşiya me de li dar dikeve. Di festîvala ku heta 7'ê mehê wê li dar bikeve de gelek fîlmên kurdan wê bêne nîşandayîn.
Festîvala ji aliyê Sînemahezên Kurd û Kolektîfa Hunermendan (Cockdark) bi piştgiriya Şaredariya Parîsê, Restoran Zagros û Restoran Kîbele tê lidarxistin.
Festîval wê bi nîşandayîna fîlmê Miraz Bezar "Min dît" dest pê bike û di festîvalê de 24 filmên Kurdistanê û Kurdên Dîaspoarayê (Franse, Elmanya, Swîsre, Awusturya, Holanda, Komara Çek û Belçîka) wê li salona La Denfert a li semta Denfert-Rochereau ya Parîsê bêne nîşandan.
Her wiha derhêner û filmên ji çandên cuda jî wê bêne nîşandayîn. Fîlmê Marion Cooper, Schoedsack Ernest B. û Harrison Marguertie yê bi nave ‘Grass: A Nation Battle for Life” yê ku di sala 1920'î de hatiye kişandin û berê ronahiyê dide Kurdistanê tê nîşandan.
Roja 7’ê berfanbarê dê festîval bi nîşandayîna belgefîlmê Bulent Gunduz “Evdalê Zeynikê”, kurtefîlmê Selhedîn Sural “La Tentation” û filmê Hiner Selîm yê bi navê “Dol” wê bi dawî bibe.
Filmên din yên ku wê di festîvalê de cih digirin ev in:
Fîlmê Kazim Oz “Demsala Dawî: Sewaxan”, yê Seren Gel û Firat Yavuz “Dema Tûyan”, yê Şahram Alidi “Sirta la gal ba”, belgeîlmê Aydin Orak “Bêrîvan”, yê Orhan Eskikoy û Ozgur Dogan “Du ziman û bohalek”, yê Behmen Qubadî “Haya Kesî ji Pisîkên Îranê Nîn” yê Huseyin Karabey “Gitmek”, yê Arîn Arjen “Gelek”, Nazire Turan “Nar” û yê Î. Serhat Karaaslan “Bisqilêt”.
Piştî nîşandayîna fîlman derhênerên fîlman dê bersiva pirsên temaşevanan bidin.


