Diyarname
Li bajarê Kobanî "Nexweşxaneya Alman" hate vekirin. Nexweşxane bi gelek beşên xwe dê xizmetê gelê Kobanî bike.
Midûrê Giştî yê Nexweşxaxneyê Îdrîs Şêxo ji bo Arta FM'ê axiviye û gotiğe ku nexweşxane ji sê qatan pêk tê û 70 cihên ji bo nexweşan, ligel vê 3 odeyên emeliyetê, 3 odeyên zarok anînê hene.
Her wiha Şêxo gotiye ku 3 cihên beşên nexweşên giran ên ji bo dil, şewat û pisporiya nexweşiyên hundirîn hene.
Bi beşdariya bavê Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî Dr. Xelîl Ebdi nexweşxane hate vekirin. Di merasimê de Dr. Xelîl Ebdî benika vekirina nexweşxaneyê birî û bi vî awayî nexweşxaneyê dest bi kar kir.
Wekî notek: Li Rojava hemû xebatên tenduristiyê bê pere ne.

Dr. Xelîl Ebdî benikê vekirina nexweşxaneyê birî û nexweşxaneyê dest bi kar kir.