Diyarname
Li welatê Lîtvanyayê hemşîre gelek kêm in. Pêdivi bi wan heye, loma jî projeyeke nû dane dest pê kirin. Gelek kesên bixwazin bibin hemşîre dê bê pere xwendina xwe bidomînin. Bi gotineke din, welat dê alîkariya wan bike.
Li gor nûçeya Gabriela Galvin a di Euronewsê de Wezareta Tenduristî ya Lîtvanyayê ji bo serdema perderdehiyê ya sala 2025-2026'an li 10 zanîngeha projeyeke daye dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de 535 xwendekarên beşa hemşîretî wê bi piştgiriya dewletê bixwînin. Par 435 hemşîreyan dixwend, hejmara niha 100 li gor par zêde bûye.
Ji bilî vê, li gor bernameyê ger xwendekar bixwazin dê derfet bidin wan ku bi derfetên xwe (bêyî alîkariya dewletê) bîxwînin. Xwendekarên bi derfeta xwe bixwînin, ger bixwazin piştî mezûnbûnê li saziyeke wê dest bi kar bikin û ev sazî wê heqê lêçûyînên wan ên li zanîngehê bidin.
Wezîra Tenduristiyê ya Litvanyayê Laimute Vaideliene gotiye, "Em bang li ciwanan dikin berê xwe bidin hemşîretî ku ev beş ji bo dewletê pîşeyeke girîng û bi qîmet e."
Her wiha Vaideliene gotiye, "Hemşîretî ne tenê pîşeyek e" û ev yek lê zêde kiriye: "Ev pîşe ji bo alîkarî kirinê, eleqe pê anîn, dema pêdivî pê hebe bangkirin, tenduristiya mirovan û aramiya civakê firsendeke baş e. Di heman demê de ev pîşe derfetê dide kesan ku hem wekî şexs û hem wekî pîşeyî her xwe pêş bixin."
Li aliyê din Yekîtiya Ewropayê (YE) jî piştgirî dide vê beşê ku YE wê 17 mîlyon Euroyî bo vê xerc bike.