logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pêşbaziya ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê / Bi Hîkayeyke Wesar Yeno' dest pê dike!
  2. Fîlmên Cannesê eşkere bûn
  3. Dawiya hefteyê hin çalakî
  4. Va ne 170 hakêmên li Kûpaya Cîhanê wê firfirokê pif bikin
  5. Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê
news-details

Wezîrê Fransayê Barrot: Kurdên Sûriyeyê jî wekî yên Iraqê divê xwedî mafan bin

  • Dîrok: 05/02/2026
  • Beş: Nûçe

5'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

...Ev tê nûkirin...

 

Barrot, Ebdî û heyeta Rojava hatin ba hev
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn li Hewlêrê hatin ba hev.
**

Nêçîrvan Barzanî, Mazlûm Ebdî û heyeta pê re hatin ba hev
Vê êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û heyeta pêre kir. Di heyetê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn hebûn.
Di civînê de li ser pêşketinên dawî, rewşa siyasî ya Sûriyeyê, pirsgirêka kurdan a Sûreyeyê û peymana di navbera hikumeta demî ya Sûriyeyê û HSD'yê de axivîn.

**

Wezîrê Fransayê Barrot: Kurdên Sûriyeyê jî wekî yên Iraqê divê xwedî mafan bin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Joan-Noel Barrot vê êvarê ligel Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê daxuyanî dan çapemeniyê.
Va ne çend gotinên wan:

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî:
- Em spasiya dostaniya xurt û piştgiriya her demî ya Fransayê ya ji bo Iraqê û bi taybetî jî ji bo gelê Kurdistanê dikin.
- Ez spasiya xwe ji bo Birêz Serokkomar Macron dubare dikim ku wî her tim piştgiriya gelê Kurdistanê û mafên wî yên destûrî kiriye.
- Gelê Kurdistanê dê vê yekê tu carî ji bîr neke.
- Em xemxurî û dilsoziya Fransayê û rola girîng a Serok Macron a ji bo agirbesta li Sûriyeyê û destpêkirina dubare ya diyaloga di navbera Şam û HSD'yê de girîng dibinin.
- El piştgiriya wan a ji bo mafên gelê kurd û pêkhateyan a bi awayekî destûrî li Sûriyeyê bilind dinirxînin.

- Wezîrê Fransayê Barrot:
- Xebata Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ji bo rawestandina DAIŞ'ê ya li ber dergehên Hewlêr û Kobaniyê di bîra me de ye.
- Ez sipasiya desthilatdarên Herêma Kurdistanê dikim ku ku di van hefteyên borî roleke baş lîstine.
- Birêz Serok, we bi xwe roleke diyarker lîst da ku dawî li zêdebûna pirsgirêkên di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de derkevin.
- Lihevkirina ku dawî li şer tîne divê bi temamî bi cih bibe.
- Divê ewlehiya siyasî û ewlehiyê ji bo tevlîbûna kurdan a di nav Sûriyeyeke yekgirtî de were sazkirin.
- Em dixwazin mafên kurdan bê parastin.
- Em piştgiriya entegrasyona hêzên leşkerî dikin.
- Çawa mafên kurdên li Iraqê tê parastin bi heman awayî divê mafên kurdên Sûriyeyê jî bikevin bin ewlehiya Zagona bingehîn.
- Kurd divê di dewleta Sûriyeyê û hikumeta Sûriyeyê de bibin parçeyeke çalak.
- Ezê sibê jî ligel Birêz Mesûd Barzanî hevdîtinê pêk bînim ku ji bo vê ez şanaz im.
**

Barrot: Divê mafên kurdan bene qebûlkirin
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot çû Şamê. Piştî civînê li ser hesabê agahiya ji hevdîtinê belav kir:
- Min xwest peymana 29'ê mehê ku entegrasyona leşkerî ya kurdan û dewletê saz dike, bê bicihanîn. Dîsa min xwest biryarnameya serokomar ku mafê ziman, çand û qerwerdehiya kurdan qebûl dike bê bicihanîn.
- Peywirdarkirina li nav dewletê, perwerdehiya tûgayên HSD'ê û vegera kesên ji cih û warên xwe koçber bûne mijara me bû. di vî warî de divê gav bene avêtin, em li ser van axivîn.

**

Wezareta Karên Derve ya Fransayê li Şamê qala mafên kurdan kir
Wezareta Karên Derve ya Fransayê li ser  hevdîtina wezîrê wan Jan-Noel Barrot a îro li Şamê ligel Şara li dar ket daxuyaniyeke belav kir.
Wezaretê di daxuyaniyê de got ku di hevdîtine de li ser peymana ku di navbera Şam û HSD'ê de hatiye kirin hatiye sekinîn, li ser parastina mafên kurdan û ewlehiya wan, ewlehiya girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mîsogerkirina têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hatiye sekinîn.
Wezaretê di daxuyaniya nivîskî de gotiye ku Barrot sibê wê ligel General Mazlûm Ebdî li Hewlêrê hevdîtinê pêk bîne.
**

Tuncel: Talûkeya li hemberî Rojava didome
Endama TJA'yê Sebahat Tuncel li ÎzMîrê axivî. Tuncel li ser Rojava got, "Dorpîça li ser Kobanî didome. Pêdivî bi alîkariya însanî heye. Av û elektrî hatine birîn. Ev sûcê mirovahiyê ye. Divê gavek zûtir ev dorpêç rabe û alîkarî herin. Emê bibînin ku peymana hatiye îmzekirin dê çawa bi cih bê. Gelên li wê derê û jin di bin talûkeyê de ne. Loma jî her kesê ku li Tirkiyeyê alîgirê aştî û demokrasiyê ye divê piştgiriya xwe bidomîne. Li Rojhilata Navîn kî bi rêxistinkirî be, ew bi ser dikeve.Heta azadî û mafên kurdan bikevin bin ewlehiya zagonî talûkeya li ser kurdan dê bidome."
**

Ensarioglu saziyên Amedê sûcdar kirin, 'Ew şovê dikin'
Mebûsê AKP'ê Galip Ensarioglu saziyên sivîl ên Amedê sûcdar kirin.
Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê ji bo alîkariya Kobanî 25 TIR amade kirin û şandin. Lê ligel hemû hewldanan jî dewleta Tirkiyeyê nehiştin TIR ji Sirûcê bikevin Kobanî. Ev mesele ji Ensarioglu hat pirsîn, Ensarioglu saziyên Amedê bi gotina "Ew şovê dikin, armanc ne alîkarî ye" bersiv da.
Saziyan ligel Cîgirê Serokê AKP'ê Efkan Ala, bi gelek rayedaran re hevdîtin pêk anî bû, lê encam negirtibûn. Ensarioglu got, "Efkan Ala ji wan re gotiye hûn çiqas alîkariyê dikin bi ser Kizilay û AFAD'ê re bikin. Emê bi hikumeta Sûriyeyê re hevdîtinê bikin û emê bişînin. Piştî vê gotinê kirina van saziyan, bi israr şandina alîkariyê heta Sirûcê, daxwazan bi ser Deriyê Murşîdpinarê re şandina KobaNî şoveke siyasî ye. Ev ne gaveke însanî ye."
**

NY: Rewşa ewlehiya li Sûriyeyê ne aram e
Cîgirê Giştî yê Ofîsa Dij-Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Alexander Zuev li pêşiya Konseya Ewlekariyê got,"Xetereya DAIŞ'ê zêdetir bûye, çekdarên terorîst tevlî wan dibin û teknolojiya nû bi kar tînin. DAIŞ pereyan bi rêyên ne zagonî kom dike, bacên ne qanûnî ferz dike û mirovan direvînin da ku pere ji malbatên wan bigire."
Zuevî got ku "rewşa ewlehiyê ya li sûriyeyê ne aram e" û li ser Rojava jî got, "Piştî êrîşên vê dawiyê yên komên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piranî jin û zarok bi hezaran kes li qampan zehmetiyê dikşînin. Av û xwarin nikarin bi rehetî peyde bikin û aliyê tenduristî û perwerdeyî kêm dimîne."
*

Dorpêça li Kobanî didome
Li gorî peymana 30'ê rêbendana 2026'an a di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de diviya dorpêça li ser Kobanî bihata rakirin. Heta niha ev dorpêç nehatiye rakirin. Li dor 500 hezar kesên li Kobanî û derdora wê di nav zehmetiyê de dijîn.
*
Partiya Kesk a Awûstralyayê pêşnûmeya Kobanî pêşkêşî parlamentoyê kir
Parlamentera Partiya Kesk a Awûstralyayê Abigail Boyd derbarê êrîşên li dijî kurdên li Rojava, sûcên li dijî mirovahiyê yên hatine kirin û dorpêçkirina Kobanî de pêşnûme pêşkêşî Parlamentoya Eyaleta Galler a Başûrê Nû kir. Parlamenter Boyd, ligel parlamenterên din ên Partiya Keskan, bi kurdên li Rojava re civiya û peyama hevgirtinê da. Di pêşnûmeyêde hat diyarkirin ku zêdebûna tundiya li dijî sivîlên kurd ên li Sûriyeyê di nav civaka kurd a li Awûstralyayê de rê li ber fikarên kûr vekiriye.
Di pêşnûmeyê de bi taybetî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û dorpêçkirina Kobanî ya hefteyan dom kir. Partiya Keskan diyar kir ku xizmetên bingehîn li bajêr hilweşiyane; gihîştina xwarin, av, elektrîk, sotemenî û pêdiviyên bijîşkî hatine qutkirin.
Li gorî rêxistinên mirovî, li Kobanê ji ber serma, nebûna derman û sotemeniyê herî hindik şeş zarok canê xwe ji dest dane; pitikek ji ber kêmbûna oksîjenê canê xwe ji dest daye. Di pêşnûme hat gotin ku agirbest wekî taktîkek ji bo jiholêrakirina hebûna siyasî ya kurdan tê bikaranîn û bal kişand ser tundiya berfireh, koçberkirina bi darê zorê û girtina kêfî ya kurdên sivîl.
Partiya Keskan bang li hikumeta Awûstralyayê kir ku di bin çavdêriya navneteweyî de mekanîzmayek lezgîn bê avakirin, Kobanî jî di nav de alîkariya mirovî ji deverên dorpêçkirî re bê gihandin, ji bo parastina mafên siyasî û mirovî yên Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo zêdekirina piştgiriya mirovî ji bo sivîlên koçber tevkariyê bike.

*

Wezîrê Fransayê Hewlêr jî di nav de diçe Iraq, Suriye û Lubnanê
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noêl Barrot îro dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn dike. Di vê çarçoveyê de wê here Hewlêrê, dîsa here Sûriye, Iraq û Lubnanê. Ev serdan di çarçoveya hewldanên Fransayê ya pêşxistina rola wê ya dosyayên ewlehiya herêmê, têkoşîna dijî terorê û bêçekirina Hizbullahê de pêk tê.
Li gorî medyayê, berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Pascal Confavreau ragihand ku gera Barrot wê destpêkê li Sûriyê, dûre Iraq û Lubnanê be. Wê Barrot li Şamê bi hempîşeyê xwe Esed El Şîbanî re bicive. 

 

 

*

Hin nûçeyên eleqedar:

- Ji Komîna Hunermendên Wanê "Sonda Rûmetê"

- Barzanî li Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê axivî: Kurd dijî zordestan in

- Platforma Amedê: Ji ber derî venekirin me TIR'ên xwe vegerandin Amedê

- 4'ê mehê agahiyên li ser Rojava

- 3'yê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Îro 'pêvajoya entegrasyonê' dêst pê kir, niha çi tê kirin, wê çi bibe?

- Rêza leşkerî çawa ye? Tûgayên HSD'ê wê ji çend kesî pêk bên?

- Heta niha 500 kamyon gihîştine Rojava (Va ne agahiyên herî dawî)

- Nûredîn Îsa yê wekî Waliyê Hesekê hatiye diyarkirin kî ye?

- Mazlum Ebdî: Artêş wê nekeve gund û bajarên kurdan

- Ji bo peymana HSD û Şamî kî çi got?

- Nadiya Mûrad li NY'yê daxwaz kir: Bila Şengal û Kobanî bê parastin

- Va ne xalên peymana HSD û hikumeta Sûriyeyê

- Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

- Du senatoran pêşnûmaya "Zagona Parastina Kurdan" pêşKêşî senatoyê kir

- Le Pointê manşeta ‘Xiyaneta welatên rojava’ bikar anî

- 29'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 28'ê mehê, agahiyên il ser Rojava

- Gava pêşî ji Amedê hat: Hevşaredar û endamên meclisan meaşên xwe dan Kobanî

- Hemû Festîvalên Fîlman ên Kurdan banga piştgiriya Rojava kirin

- Li Başûr weşana Al-Jazeera, Al-Arabiya û Al-Hadath hat rawestandin

- Mike Pompeo: Bila DYA piştgiriya xwe ya ji bo HSD'ê bidomîne

- Le Monde: 400 kesayetên navdar banga ‘parastina Rojava’ kirin

- Bakirhan 'Bila ev lîstika 100 salî bê şikandin',
Ozel 'Bila Deriyê Sînorê ê Murşîdpinarê vekin'

- 27'ê mehê, agahiyên li ser Rojava..

- Senator Graham li ser kurdan dîsa Trump hişyar kir

* 26'ê mehê, agahiyên li ser Rojava...

- 1'ê Reşemî wekî 'Roja Rojava ya Dinyayê' hat ragihandin

- Mazlum Ebdî: Hevdîtin didomin, Artêş wê nekeve Herêmên Kurdan

- 25'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Şaredariyên DEM Partî: Ji bo Rojava em hemû derfetên xwe seferber dikin

-- 24'ê mehê, agahiyên li ser Rojava

- Heyva Sor a Kurd ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanî banga lezgîn kir

- Koma Berxwedan bi stran û peyaman piştgiriyê dide Rojava

-- 23'yê mehê agahiyên li ser Rojava

- 70 rexistinên li Ewropayê banga piştgiriya ji bo Rojava kir

-- 22'yê mehê agahiyên li ser Rojava yên derketine pêş...

- Heyetê li Rojava daxuyanî da: Divê her kes tevli berxwedana Rojava bibe

-- 21'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokê DBP'ê Bayindir li Rojava axivî: Bila heyetên ji dinyayê jî bên vir

-- 20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

- Hevserokên DEM Partî ji ser sînor bang kirin: Vî şerî rawestînin

-- 19'ê mehê nûçeyên li ser Rojava...

- Xalên Peymana Şam û HSD'ê eşkere bûn, ewê îmze bikin? (18.01.2026)

- Kî hevdîta HSD û Şamê têk bir, Sîpan Hemo eşkere dike

 

Parve Bike

Youtube Me

Derdê xelkê çi ye? Derdê me çi ye?

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

news
  • 01 04 2026

Nêçîrvan Barzanî diçe Qamişloyê (Hat nûkirin)

news
  • 01 04 2026

Bernameya Yenîsahneyê diyar bû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Peyamên ji bo wefata Şerafettin Elçi

ad

Lîsteya delalan

ad

Ji A'yê heta Z'yê em Silopî binasin

ad

Oscarên Fransayê hatin belavkirin

ad

Belgefîlmêke serê ay de yeno antişî

ad

Wêje û Bîrdozî - I -

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pêşbaziya ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê / Bi Hîkayeyke Wesar Yeno' dest pê dike!

  • 10 04 2026
news

Fîlmên Cannesê eşkere bûn

  • 10 04 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakî

  • 11 04 2026
news

Va ne 170 hakêmên li Kûpaya Cîhanê wê firfirokê pif bikin

  • 10 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname