Diyarname
Navenda Lêkolîna Raya Giştî ya Avrasyayê anketeke li ser Akdenîzê çêkir. Li gor vê anketê BDP 2 mebûsan dikare derxe.
Navenda Lêkolîna Raya Giştî ya Avrasyayê (AKAM) di navbera 15-18'ê adarê de li 8 bajarên herêma Akdenîzê (Behra Spî), li 29 navçeyên girêdayî van bajaran anketeke çêkir. Ji bo anketê bi 7322 kesî re rû bi rû axaftin hate kirin.
Anket li bajarên wekî Antalya, Edene, Mêrsîn, Mereş, Isparta, Bayburt, Burdur, Ankatya hate kirin. Li gor encamên anketê ku îro hilbijartin çêbibe BDP tenê li Edeneyê yek û li Mêrsînê yek mebûsî dikare bi dest bixe.
Li gor anketê îro hilbijartin çêbibe li Herêma Behra Spî ev partî dê ew qas mebûsan derxin:
CHP: 24
AKP: 24
MHP: 18
BDP: 2