logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Salname û nasname

  • Dîrok: 05/01/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

LUQMAN GULDIVÊ

Nasname û asîmîlasyon du têgeh in ku bi hev ve elaqedar in. Ango nasname di pêvajoyên cihê yên asîmîlasyonê de çêdibin û stewin. Li vir mesele ne asîmîlasyona bi darê zorê tenê ye, rengên cihê yên asîmîlasyonê yên ku navgînên şidetê tê de bi dewreke diyarker ranabin jî divê werin dîtin. Niyeta min nîn e ez gotareke dû dirêj li vir binivîsim li ser asîmîlasyonê. Bi her halî komên cihê yên zimanî, dînî, çandî, civakî û hwd. xwe dikarin terîf bikin heger karibin bibin xwedî xisletên wan dişibînin hev yan jî bi pirranî endamên komê parve dikin. Vê jî bi awayê herî berbelav wisa dikin dema ku xwe li ber komên din digirin. Ango kom xwe wisa terîf dikin ku bibêjin “ez ne ew im”.

Li vir “ez ne ew im” terîfa yekem a nasnameyê ye. Ji bo kurdan jî gelek xisletên endamên komê nêzîkî hev dikin hene, li aliyê din, “yên din” ên li dora wan jî hene. Lê meseleya avakirina nasnameya neteweyî hîna jî kêm yan jî nesitewayî diyar e. Lewma di vî karî de tişta herî girîng alema hîskirinê ya endamên komeke nasnameyî ye. Ango êşên mirovên endamê komê û şahiyên wan çiqasî hevpar bin, nasnameya wê komê ewqasî rûniştiye; ev ji bo netewe jî wisa ye, û ji bo kurdan jî ku di nava du projeyên avakirina netewe de di heman demê de cihê xwe digirin.

Kurd bi destê partiyên siyasî, rêxistinên civakî di nava van projeyan de ne; li aliyekî projeya neteweya demokratîk heye ku sîstemeke nasnameyî ye ya ku rêzgirtina civakî, siyasî, û siyaseta exlaqî jê re stûn in. Li aliyê din jî modela klasîk (di serdema modern de helbet) a netewe wekî proje hene ku damezirandina dewleteke netewe ji xwe re dike armanc. Her du proje bi hev re dimeşin. Herçî neteweya demokratîk e, destketiyên koman (bi dewleta netewe jî be) ji bo berjewendiyên giştî yên civakî dikare biparêze, lê armanca sereke ew e ku di nava nasnameyan de ne rikberiyeke dijminane hebe lê hevjiyaneke wekhev û aştiyane.

Ji bo kurdan em di kîjan projeyê de bin bila bibin, ziman hêmaneke girîng a nasnameyê ye, ne ku zimanekî kurdî heye û ji zimanên din çêtir e, berevajî, zimanên kurdan hene û hemû jî di serdema dewletên netewe de rastî zextên mezin hatine û qismî bi tunebûnê re rû bi rû mane: ango meseleyeke qirkirinê li ber me heye. Ji ber vê jî ya rastî mirov li bendê ye ku di nava civaka kurd û nexasim jî kes, rêxistin û partiyên siyasî de di vî warî de hesasiyetek hebe.

Ez neheqiyê li kesî nekim, van salên dawiyê hesasiyeta di warê kurdî de zêdetir bûye, lê ha va ye çend roj çêbûn ku salnameyek hat ber destê min û ew diyariyeke Serxwebûnê ye. Wekî yekê ji kovarên herî bi tecrube yên partiyên siyasî yên kurd helbet mirov li bendê ye ku ev hesasiyeta giştî ya bi kurdan re peyde bûye bi Serxwebûnê re jî hebe. Ez niha eşkere bibêjim, ez nizanim pêvajoya amadekirina salnameyê çawa ye û kê ew amade kiriye û ez ê behsa kes û pêvajoyan bi vî rengî jî nekim. Meseleya min mefhûma li pişt rengê amadekirina vê salnameyê ye.

Salname her sal bi wêneyên nîşana berxwedana gelê kurd û bi navên meh û rojan ên kurdî der diçû, îsal jî ev neguherî (mala xwedê ava!). Lê li ser her rûpelê salnameya 12 rûpelî (ji bo her mehê rûpelek) gotineke manedar a ji “heqîqetê” a ku Ocalan bilêvkirî heye. Lê belê ev gotinên Ocalan, tenê bi tirkî ne. Ango lê nehatiye fikirîn ku wergera wan a kurdî were kirin yan jî tenê bi kurdî werin nivîsîn. Bi her halî muhasebeyek hatibe kirin jî, diyar e di encamê de biryara tenê weşandina van gotinan a bi tirkî hatiye dayîn. Çima? Ji bo kesekî xwedî hesasiyetên li jor min hewl da rave bikim ku ji bo komekê û nasnameya wê diyarker in, nasnameya kurdî, zehmet heta ne mimkûn e mirov fêm bike.

Hizrên besît ên wekî “mirovên me asîmîle bûne, me bi du zimanan biweşanda, belkî du sê kes fêrî du sê peyvan bibûna” jî wê bikira ku salname qet nebe du-zimanî bihata weşandin. Lê heyf û mixabin, em li alemeke din in. Hêviya min ew e ku ne ji ber tiştekî din lê ji ber tiralî û bi xwe re nedîtina amadekarên vê salnameyê be ev xisûsa ez îşaret pê dikim. Lewma nasnameyên me di pêvajoyên asîmîlasyonê yên erênî û neerênî de ava dibin û disitewin. Bi her halî, ji dil niyaz dikim ku sala li pêşiya me ji bo gelê kurd xêrê bi xwe re bîne, û ji azadiya wî jî bibe saleke serketinê.

guldive@yahoo.fr

05.01.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kazim Koyuncu kirin endamê rûmetê yê Trabzonsporê

ad

Milê Îdris Baluken ji cih derxistin

ad

Li Îzmîrê şaredariyê gel bir sînemayê

ad

Mendoza li Amedê ye

ad

Li Îranê jî çalakiyan dest pê kir

ad

Serfermandarê berê İlker Başbug hat girtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname