Diyarname
Juriya Xelata Helbestê ya Jack Hirschman ji bo xelata îsal helbestvan Îlhan Samî Çolak guncav hat dîtin. Sê kes mabûn fînalê, juriyê xelat da Çomak.
Jack Hirschman helbestvanekî amerîkî ye, di sala 1933'yan de hatiye dinê, di sala 2021'ê de miriye. Ji 100 zêdetir pirtûkên helbestan û pirtûkên ceribandinî nivîsandiye. Ew ligel helbestvanî, aktîvîstekî civakî bû.
Li ser navê wî xelatê didin kesek ku di nav helbestên xwe de mijarên edalet, aştî, azadî, rûmeta mirovan bikar anîne û bi berhemên xwe derketiye pêş.
Juriya îsal ji Francis Combes, Agneta Falk Hirschman û Halmosi Sandor pêk dihat û wan biryar da ku xelata îsal bidin Îlhan Samî Çomak.
Çomakê ku 30 salên xwe li girtîgehê borandibû, roja 25'ê mehê bi merasimek xelata xwe girt.


