Amed Çeko JIYAN
Di vê serdema dîjîtal de êdî her tişt dibe dîjîtal. Ji bo yek karê ragihandinê ango nûçevaniyê bike hewce nake li rojname, tv yan jî ajansekê bixebite. Yek bixwaze amadekarî û pêşkêşvaniya nûçeyan bike hewce nake li TV yan radyoyekê bixebite. Yek bixwaze pirtûka xwe bide weşandin hewce nake li weşanxane û belavkaran bigere. Lewre êdî her tişt dibe dîjîtal.
Krîptopere û serxwebûnî
Wekî ku dîjîtalbûn di gelek qadan de azadî û serxwebûnê pêşkêş dike, di qada pereyan de jî ev wisa ye. Loma Seroka Bankaya Navendî ya Ewropayê (BNE) Christine Lagarde dibêje, “Euro aîdî ewropiyan e û em parazvanên wê ne”. Christine Lagarde bi van gotinên xwe teqez dike ku pereyên klasîk aîdî dewletan in lê pereyên krîpto azad û serbixwe ne.
Di çend salên dawiyê de, piştî ku buhayê bitcoinê bi carekê bilind bû, gelek pereyên din yên krîpto derketin. Buhayê hinekan îro bi sent û qiruşan e lê yê hinekên din bi hezar dolaran e. Îro hejmara cureyên pereyên krîpto ji 4.000’î derbas kiriye. Û di nav wan de ya herî navdar û bêguman ya herî hezkirî Bitcoin e. Heta sala 2017’an jî bitcoinek ji hezar dolarî erzantir bû lê vê mehê (nîsana/avrêla 2021’ê-çavkanî:Coinbase) ji 64 hezar doralî derbas kir. Li gorî texmînên ji malperên wekî “bitcoinprice.com”ê heta sala 2030’î Bitcoinek dê ji 500.000 dolarî derbas bike. Yanî kesekî sala 2017’an ji xwe re bi 2-3 hezar dolaran 2-3 Bitcoin kirîne dê sala 2030’î bibe xwediyê mîlyon dolaran.
Tirsa ji krîptopereyan
Wekî li hemû aliyên jiyanê, di mijara pereyên krîpto de jî “azadî û serxwebûn” ne bi dilê derdorên “xwedî û parazvanên” pereyê klasîk e. Loma li hin welatên wekî Tirkiyeyê bazara bi pereyên krîpto tê qedexekirin û li Ewropaya bi dev dosta “azadî û serxwebûnê” ye rêbazeke cuda tê ceribandin.
Di vê serdemê de ku tê îdiakirin pereyên krîpto dê ciyê pereyên klasîk bigirin, Bankaya Navendî ya Ewropayê li ser malpera xwe (www.ecb.europa.eu/paym/digital_euro/html/index.en.html) ragihandiye ku ew ji bo pereyekî “dîjîtal” amadekariyan dikin. Di malpera BNE’yê de ji bo Euroya dîjîtal wisa tê gotin: “Dîjîtalî li seranserê jiyana me belav bûye û awayê me yê peredanê guhertiye. Di vê serdema nû de, Euroyeke dîjîtal dê garantî bike ku hemwelatiyên herêma Ewropayê bi awayekî bêpere xwe bigihînin rêbazeke peredanê ya basît, gerdûnî, ewle û pêbawer.”
Euroyê dîjîtal dê ne pereyekî krîpto be
BNE bi taybetî diyar dike ku Euroyê dîjîtal wê her wekî Euroyên kaxiz Euro be lê dê dîjîtal be û ev pere dê ciyê pereyê klasîk negire lê dê “wê temam bike”. Wekî di malperê de tê diyarkirin, BNE dê li ser navê “gelê Ewropayê” parazvaniya Euroya dîjîtal bike û her wisa tê diyarkirin ku Euroyê dîjîtal dê ne pereyekî krîpto be ango dê ne wekî Bitcoin û wan 4.000 pereyên din be.
Di malpera BNEyê de tê diyarkirin ku BNE’yê hê biryar nedaye ka Euroyekî dîjîtal hewce ye yan na, lê dîsa jî ew amadekariyan dikin, konseptan bi pêş dixin û ceribandinên pratîkî dikin. Tê diyarkirin ku BNE dê di hezîrana/pûşpera 2021’ê de biryareke bide ka Euroyekî dîjîtal hewce ye yan na.
Li gorî van agahiyên di malpera fermî ya BNE’yê de diyar dibe ku BNE ne amadekariya pereyekî krîpto dike lê dixwaze bikaranîna Euroyê di qada dîjîtal de hêsantir bike da ku bikaribe li hemberî Bitcoinê û pereyên din yên krîpto pereyê xwe (Euro) biparêze.
Wêne: BNE