Diyarname
Hunermend Serap Sonmez li Zanîngeha Bîlgiyê derket pêşberî hezkiriyên xwe û stranên bi kurdî, farisî, tirkî pêşkêş kir.
Serap Sonmez salên dirêj di nava Koma Amed û komên din de karê xwe yê muzîkê kir. Ev demeke dirêj e jî ew ji aliyekê ve ji mamosteyê xwe Cavit Murtazaoglu dersê digire, ji aliyê din ve xebata xwe ya sola didomîne. Û vê carê bi xebata xwe ya solo, bi konsereke taybet li Zanîngeha Bîlgiyê derket pêşberî hunerhezan.
Hunermend Sonmez bi strana zazakî "Wuşenê mi" dest bi konserê kir, gotine, "Em gelek bi heyecan in, kêfxweş in. Me serî li gelek deriyan da, derî bi ser me de hatin girtin. Ev derî vebû. Ji vir em ketin hundir. Em meşa xwe didomînin, ji ber ku em didomînin em kêfxweş in" bikar anîn, bi vê yekê rexne li organîzatorên festîvalên kurdan kir ku ew qet venexwendine festîvalan.
Sonmez bi repertuareke taybet li ser dikê bû; bi kurmancî û zazakî, tirkî, farisî stranên xwe gotin. Ji "Ey Xabûr"a Cegerxwîn xwend, "Dil ji min bir"a Sebrî Botanî. Ji Aşik Mahsuni Şerif “Kanadina Degdi Sevdanin (Li baskê hezkirê ket)”, ji helbestên Hafiz “Mey Eşq”, ji Mewlana, ji Fûzûlî xwend û dûre ji Cem Karaca “Bariş Fidani (Şaxa Aştiyê)" xwend û ev gotinên xwe bi ser zêde kir: "Ez hêvî dikim bêyî em fatûreyeke mezin bidin em bigihîjin aştiyê."
Serap Sonmez da zanîn ku "Di nav xwe biçûkdîtin û pesnê xwe dayînê de mirov winda bûne ji ber vê yekê xweşikiyên 'Şarkistan'ê nayên dîtin" û ji projeya 'Şarkistan'ê jî staran pêşkêş kirin, hin jê jî enstrumantal bûn.
Ji konserên berê zêdetir ew serketî bû, bi awayeke serketîtir şikil dida dengê xwe, ew dadixist û bilind dikir û bi vî a
wayî ciherengiyeke berbiçav xwe nîşan dida di konserê de.
Bi tembûra xwe Rıza Kiliç, bi kemançe Arslan Hazreti, bi gîtara bêperde Enis Gumuş, bi amûrên lêdanê Emre Kocabaş û bi tefê jî dê Nurullah Turgut şirîkatî bi Sonmez re kir. Sonmez bi xwendina stranên kurdî ku kurdên ehlî heq ên Rojhilat di ayînên xwe de dixwînin dawî li konsera xwe anî.
Foto: Cemil Oguz


