Diyarname
Yek ji rojnameyên muxalîf rojnameya Evrenselê wekî gelek ên muxalîf di nav zehmetiyê de ye. Ji bo piştgiriya rojnameyê “Şahiya Piştgiriya Rojnameya Evrenselê” hat li dar xistin. Şahî bi pêşkêşvaniya lîstikvan Kerem Firtina û danskar Zeynep Bafrali li Salona Yahya Kemal Bayatli ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê li dar ket. Li ser navê komîteyê û saziyên piştgir Serokê Dîsk Gıda-İşê Seyit Aslan axivî û sipasiya hemû kes û saziyên piştgirî dane vê şahiyê kir. Aslan wisa got, “Saziya Îlanên Çapemeniyê înana nade rojnameyê, em vê yekê şermezar dikin. Lê ev helwesta wan ne xema Evrensel û yên ku piştgirî didin rojnameyê ye. Evrensel rojnameya çîna karker, rojnameya alîgirên demokrasiyê ye, rojnameya jinan, ciwanan e. Evrensel rojnameya yên ku dixwazin dereyên xwe biparêzin, daristanê xwe biparêzin e.”
Aslan got ku heta ku Evrensel ji gel, karker û kedkaran piştgirî bigire dê huş nebe û got, “Evrensel dijî şer, alîgirê gel e. Evrensel li ser operasyonên derveyî sînor agahiyên rast radigihîne gel. Loma jî hûn nikarin dengê Evrenselê bibirin. Dema Metin Goktepe kuştin me soz da ku dê Evresel bêden nebe û niha bi hezaran Metin Goktepe hene. Emê Evrenselê hê mezintir bikin, ber bi pêş ve bibin. Niha dem ew dem e ku her roj mirov Evrenselek bikire.”
Dûre Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Evrenselê Fatih Polat axivî û got, “Emê dest ji rojnamegeriya ku mafê nûçegirtina gel bikar tîne ber nedin.
Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş di peyama piştgiriyê ku ji Girtîgeha Edîrneyê şandibû wisa got, “Rojnameya ku li cem hemû gelan bûyîn ji bo xwe kiriye peywir, barê ser milê me ye ku em wê bidin jiyandin.”
Lîstikvan Kadîr Înanir ku ji bo piştgirî hatibû derket ser dikê û got, *Ligel hemû astengiyan me Evrensel heta niha aniye û me şahidî li şevek xweş kir. Ez serbilird im ku li vir im. Ji bo we hemûyan ez rojên xweş, rojên ronî hêvî dikim.”
Di şahiyê de Hevseroka HDP’ê Pervin Buldan, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Mebûsê CHP’ê Sezgin Tanrikulu, Şaredarê Avcilarê Turan Hançerli, Dayikên Şemiyê, nûnerên saziyên sivîl û bi hezaran piştgirên rojnameyê ji bo piştgiriyê amade bûn.
Piştî axaftinên destpêkê bi rêzê Ruhi Su Dostlar Korosu, Epolas Lemi, Haluk Holga Îlhan, Kezzo, Koma Dansê ya Mercan Selçuk, Mahmut Çinar, Mehmet Atli, Mengene û Zeynep Bakşi Karatag derketin ser dikê û bi stran û dansên xwe piştgirî dan şahiyê.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Şahiya piştgiriyê ya ji bo rojnameya Evrenselê


