Diyarname
Piştî derxistina "3'yemîn Paketa Dadê" ji Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê lîsteya pirtûkên qedexekirî hate xwestin. Emniyetê jî lîsteya ku heta 31.12.2011'an amade kiribû ku navê 453 pirtûk, 645 rojname, kovar, broşur û pankartên qedexe têde heye şand. Lîsteya emniyetê, li ser biryara qedexeyên ku Lijneya Wezîran an jî dadgehên Enqereyê daye amade kiribû. Di vê lîsteya ku hatiye şandin de pirtûkên Nazim Hîkmet, Yaşar Kaplan, Lenîn, Sultan Galiev, Îsmaîl Beşîkçî, Karl Marks û Abdurrahim Karakoç jî hene ku ev pirtûk niha digel ku di vê lîsteyê de wekî pirtûken qedexe têne dîtin jî di piyaseyê de têne firotin.
Di nivîsa ku tevî lîsteyê hatiye şandin de hatiye gotin ku di bin kordînasyona Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê de bi beşdariya midûriyetên Îstîxbarat û Midûriyetên şaxên Têkoşîna Bi Terorê re komîsyon haitye avakirin. Komîsyonê biryar daye ku divê ji van 67 pirtûk û 16 rojname qedexeya li ser wan bidome. Di nivîsê de ev fikir jî ragihandine dadgehê.
Serdozgerê Komarê yê Ofîsa Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê dozger Kurşat Kayral dest bi lêkolînkirina li ser lîsteyê kir.
Li gor lîsteyê ev pirtûk qedexe ne:
"CHP ve Ecevit'i Taniyalîm", "Dewlet û Şoreş" (V.I.Lenin), "Rîsaleyên Demokrasiyê" (Yaşar Kaplan), "Fikrên li ser rewşenbîrên kurd" (İsmail Beşikçi), "Manîfestoya Komunîst", "Destana Şerê Rizgariyê" (Nazim Hikmet), "Gotar" (bi rusî, Sultan Galiev), "Fermana Lêdanê" (Abdurrahim Karakoç), "Helbestên nû" (Nazim Hikmet), "Hemû Berhemên Nazim Hikmet", "Li Tirkiyeyê Panoramaya Mafên Mirovan" (Weşana ÎHD'ê), "Bersiva Serokê Giştî yê MHP'ê Alparslan Turkeş ya ji bo MGK'ê", "National Geographic Atlas of the World", "Dîroka Partiya Bolşevîk" (J.Stalin), "Nasnameya Çeteyê" (Salman Yuksel), "Stranên Dêrsimê", "Azîzname" (Aziz Nesin)
Ev nivîs ji Ntvmsnbc hatiye girtin.


