Berhevkar: Hîlmî Akyol
Şukriyê Qenderhelî li gundê Şex Dawûda ye. Rovî şamiyên wî dixwe. Ew jî rojekî rovî digire. Ji rovî re dibêje:
- Ezê tola şamiyên xwe ji te bistînim.
Dibe malê dînamîtê dike paşiya rovî. Fitîla pêncî metro pê dixe. Û agi bi serê fitîlê ve datîne. Rovî dibêje:
- Xalê Şukrî tu çi dikî?. Ew dibêje:
- Rovî can ez ben bi teriya te ve girê didim û te ber didim. Rovî jî dibêje:
- Mala te ava be. Ez êdî têkilî şamiyên vî gundî nabim.
De ma dûr dikeve dibêje:
- Bihişê dîn. Ezê koka şamiyan li we bînim.
Fitîl berêve vêdikeve. Rovî bi rasta bêdera dikeve. Fitîl diqede û dînamît diteqe. Rovî bi heva dikeve, dibe hezar parçe.
Xalê Şuko dibêje:
- Toba rova paşî qebûl nabe.
Me ji pirtûka Akyol a bi navê "Qaz û Ravvan" (Weşanên J&J, 2017, Amed) ev çîrok girtiye.