logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Hêzên demokrasiyê qatlîam şermezar kirin

  • Dîrok: 21/08/2016
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) 

Gelek rêxistinên civakî Yên sivîl, partî, sendîka û rêxistinên pîşeyî qatlîama li Dîlokê şermezar kirin. 

HDK'ê daxuyanî da

Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertugrul Kurkçu bi daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin: 

"Di encama êrîşa terorê ya li dijî navçeya Şahînbey a Dîlokê gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û gelek welatiyên me birîndar bûn. Em kiryarên êrîşê û yên ku ji bo vê zemîn ava kirin şermezar kirin. DAIŞ a ku li Sûriyeyê darbeyên giran xwar ev êrîş pêk anî û bi vî rengî tê xwestin ku bingeha pevçûnan bê avakirin. Divê ji bo êrîşên li dijî gelê me hikumet tedbîrê bigire, kiryaran derxe holê."

Di vê navberê de Kurkçu jî di nav heyeta HDP'ê de çû Entabê.

ÎHD'ê êrîş şermezar kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî êrîş şermezar kir û got ku Dîlok bi salan e bûye cihê hêlîna DAIŞ'ê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Welatiyên me yên li vî bajarê dijîn ev demeke ku rewşekî ku DAIŞ bi endan, çek û xebatên xwe ve xwe nîşan dide ve jiyan dikirin. Di îdîanameya qetlîama Enqereyê de tê gotin ku li Dîlokê li dijî daweteke kurdan plana êrîşê heye. Lê desthilatdarî ji bo pêşiya vê yekê bigire tu gav neavêtiye."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hat gotin ku di şeva ku deklerasyona KCK'e hatibû eşkerekirin êrîşeke bi vî rengî watedar e û wiha got: "Heke em bînin bîra xwe berî mehan di 10'ê kewçêra 2015'an de di mîtînga aştiyê ya Enqereyê de bombeyên ku teqiyan jî piştî biryara bêçalakîbûnê ya KCK'ê bû. Nîqaşên aştiyê û çareseriyê hatibû astengkirin û ji vî rewşê dûrketin çêbûbû."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Tu ferqa vî êrîşê ji êrîşên li dijî kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanî yên Rojava tune ye. Çeteyên cihadî li dijî kurdan û şoreşger û demokratên bi kurdan re tevdigerin dikin hedef, ev di 5'ê pûşpera 2015'an de li Amedê dest pê kir, di 20'ê tîrmehê de li Pirsûsê, di 10'ê kewçêrê de li Enqereyê, li Sultanahmet û Îstîklala Stenbolê ve berdewam kiriye.

'Berpirs hikumet e'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Ev komkujî ji aliyê kê ve hatibe kirin jî, berpirsyar AKP ye. Komkujî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibe kirin jî, berpirsyar dîsa desthilatdariya AKP'ê ye."

Em ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê xwe re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin."


Serokê ODP'ê Alper Taş diyar kir ku pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye, di vî warî de gotina KCK'ê ku ji bo maseyek nû amade ye girîng e û divê tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bê rakirin. Her wiha Taş got ku ew wekî ODP alîgirê çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk in û her tiştê ji destê wan bê dê bikin.

Seroka EMEP'ê Selma Gurkan jî diyar kir ku divê banga KCK'ê hikumek bibîne. Gurkan diyar kir ku ev êrîşa li Entabê piralî ye. Êrîşên wisa dibin sedemên gelek şikestinan û pêşî li demokratîkbûnê jî digirin.

Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altay jî bang kişand ser gotina KCK'ê, gotina Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim rexne kir û got: "Ev helwesta wî helwesta aştiyê red dike bû. Ne hewceye hê zêdetir mirov bimirin. Dema xwetêrkirina ji xwînê bê redkirin dê aştî bê. Gere em ji vir derkevin, her kesê kedê bide aştiyê divê pêşî li wan bê vekirin.

 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Demîrtaş: Werin em vê bikin deriyê sibeyek wekhev û adil 

- Cenaze ji bo definkirinê dibin Goristana Yeşîlkentê 

 -Deqe bi deqe komkujî 

- Ji çapemeniya dinyayê komkujiya Entabê

  


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

news
  • 01 06 2026

Kongreya Amedsporê li ser ket; va ye lîsteya rêveberî û hedefên wan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cengiz Çandar îro li Erxenî bi kurdî axivî

ad

Lemanê Wezîr Şahîn û gundiyên kurd kir berga xwe

ad

Mala wê jî şewitî!

ad

Pirsgirêkên Firna Efrînê hatin çareser kirin

ad

Pîrozbahî ji bo Azadiya Welat

ad

Sakik: Rojava xeta me ya sor e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname