Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îsal duyemîn car dê Mîhrîcana Rojava li dar bixe. Mîhrîcan roja 26’ê mehê dê li bajarê Wuppertala Almanyayê li dar bikeve. Di mîhrîcanê de dê gelek nivîskar, helbestvan, hunermend amade bin.
Ji bo vexwendina mîhrîcanê HRRK’ê vexwendnameyeke weşand. Vaye ev vexwendname: “Li ber dengê top û guleyên ku di sîngên me de diteqin û li ber sîtava xwîna herikbar a Kurdistanê, di van kêlîkên çarenûsane yên nasname û heyîna neteweya kurd de, kêlîkên êşa Şingal û Kobaniyê, kêlîkên şehîdên mezin yên nexşeya mezin, ji Hewlêr hetanî bi Hisiçayê û ji Amed hetanî bi Efrînê, ji dayikên Kurd hetanî bi kezebên Kurd, ji lehengiya keç û xortan hetanî bi afsaneyên mêrxas û xweşmêran, di van kêlîkên ku peyv û xeyal û nîgaş û hemî hêmayên afirandinê radestî êş û çavlirêmana dayikên şehîdan dibin,
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) hemî helbesthez û hunerhezan vexwendî DUYEMÎN MÎHRECANA ROJAVA YA ÇAND Û HUNERÊ dike. Mîhrecana ku dê ji alî komek nivîskar û helbestvan û hunermend, di 26ê Nîsanê de, li bajarê Wuppertala elmanyayê, were lidarxistin.“
2’yemîn Mîhrîcana Rojava
Roj: Yekşem: 26. 04.2015
Dem: 13.00 - 18.00
Navnîşan: Alte Feuerwache
Gathe 6/
42107 Wuppertal.
Germany.
Têkilî:
Email:
rojavamihrecan2@rojava.net
Facebook:
https://www.facebook.com/pages/M%C3%AEhrecana-Rojava-ya-%C3%87and-%C3%BB-Huner%C3%AA/1409523845968590